Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davosê yê Swîsreyê bi Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo re civiya.
Serokwezîrê Herêma Mesrûr Barzanî doh ji bo beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Belçîkayê amaje bi girîngiya helwesta Herêma Kurdistanê kir û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir bipêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Belcîkayê nîşan da.
Mesrûr Barzanî jî ji bo hevkarî û piştevaniya wan a ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Belçîkayê kir.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Belçîkayê re bihêztir bikin.
Parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraqê, herêmê, guherîn û pêşketinên li Sûriyeyê mijarên din ên hevdîtina Mesrûr Barzanî û Alexander De Croo bûn.
Foruma Davosê ji doh ve dest pê kir û dê heta 24ê Kanûna Paşîn a 2025an bidomîne, dirûşma forumê "Di Serdema Aqilê de Pêkvexebitîn" e.
Mesrûr Barzanî doh ji bo beşdariya forumê gihişte Swîsreyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, "Serokwezîr dê di dema forumê de bi serokên welatan, serokwezîr û rayedarên payebilind ên gelek welatan re hevdîtinan pêk bîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse