Navenda Nûçeyan - Li Amerîkayê Islamxwazek berê, bi rêya Bernameya PVE dijî tundrewiya ciwanan xebatê dike.
Tania Joya îslamxwaza Amerîkî ya berê dixwaze bi rêya bernameya “Qedexekirina Tundrewiya Dijwar”, hêviyê li ciwanan vegerîne, ji bo ku civak parastî be. Herwiha daxwazê ji Amerîka û Ewropayê jî dike, ku welatiyên xwe yên berê di nav DAIŞê de bûn, û niha li ba Rêveberiya Xweser girtî ne, vegerînin.
Tania Joya jina îslamxwaza berê ya Amerîkî, piştî ku hevjîniyê li gel cîhadxwazekî welatê xwe pêk tîne, sala 2013ê li gel wî diçe Sûriyê û tevlî cîhadxwazn dibin, lê piştî hest bi şaşîtiyê dike, vedigere welatê xwe.
Piştî vegera bo Amerîakyê, Tania Joya bi rêya bernameya “Qedexekina Tundrewiya Dijwar PVE”, hewl dide ku ciwanan ji hizra radîkal û tundajo diparêze.
Tania Joya: “Sala 2013ê hevjînê min ez û zarokên min bi zorê birin Sûriyê. Piştî em gihan wê derê min desthilatên Amerîkayê agahdar kirin, piştre ez û zarokên xwe reviyan û vegeriyan Amerîkayê. Niha armanca min ciwanan ji heman şaşîtiya ku min û hevjînê xwe kir biparêzim.”
Tania Joya li gel hevalên xwe bi rêya bernameya PVE wate Qedexekirina Tundrewiya Dijwar, dixwaze bi alîkariya hikûmetê, û bi rêya pêvajoya siyasî û tedbîrên yasayî hêviyê li ciwanan vegerîne, daku civak parastî be. Herwiha daxwazê ji Amerîka û Awropayê dike, ku welatiyên xwe yên berê di nav DAIŞê de bûn, û niha li ba Rêveberiya Xweser girtî ne wan vegerînin.
Tania Joya dibêje: “Dema gotin tê ser wan welatên ku naxwazin welatiyên xwe ên ku berê li nav DAIŞê bûn, li wan vegerin, wek Awropa û Amerîka, ew welat bi xwe di nav kirîzek tundrewiyê de dijîn. Berî hemû tiştî ev welat berpirsin di ber van kesan de. Çê nabe em wan bişînin Rojhilata Navîn, û wan bi ser gelê Kurd de bişînin, ew li nav kampan rûbirûyî zerarê dibin, tenê baweriya xwe bi tundrewiyê tînin.”
Bernameya PVE ango “Qedexekirina Tundrewiya Dijwar”, ew bernameyekî rahênan û fêrkirinê ye, dixwaze bi rêya hikûmetê û aliyên peywendîdar, zarok û ciwanan dûrî Aydlojyayan bixîne, daku nebin nêçîra grûpên radîkal, tundrew û cîhadxwaz. Herwiha ew kesên ku cîhadxwaz bûn jî wan asayî dikin, ji bo careka din tevlî civakê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse