Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Davosê yê Swîsreyê bi Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof re civiya.
Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî û Dick Schoof behsa guherîn û rûdanên li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye.
“Divê hikûmeteke berfireh were avakirin”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Her du alî li ser pêwîstiya parastina aştî û aramiyê û piştevaniya civaka navneteweyî ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh û tevlîbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî û birêvebirina wî welatî de hevnerîn bûn.
Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên dualî yên Herêma Kurdistanê û Holendayê di warên cuda cuda de kir.”
Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê 20ê Kanûna Paşîn dest pê kir û dê heta 24ê Kanûna Paşîn a 2025an bidome, dirûşma forumê “Di Serdema Aqil de Pêkvexebitîn” e.
Zêdetirî 350 serkirdeyan beşdarî forumê dibin ku 60 ji wan serokên welatan an jî hikûmetan in.
Di nava wan de Serokê Amerîkayê Donald Trump jî heye ku dê bi rêya înternetê bi beşdaran re biaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse