Amerîkayê 48 saet dan Îranê: Hedef Xamineyî ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Amerîkayayê ya dan û standinan amade ye eger di nava 48 saetan de pêşniyareke hûrgilî ya peymana nukleer wergirin, bi Îranê re bicivin.

Malpera Axiosê li ser zarê berpirsekî payebilind ê Amerîkayî ragihand ku Washington amade ye roja înê li Cenevreyê dan û standinên nû yên li ser bazariya nukleerê bike, bi şertê ku birêvebiriya Tehranê pêşniyarekê bike.

Li gorî nûçeyê, wî berpirsê ku navê xwe eşkere nekiriye gotiye:

"Eger Îran pêşniyareke reşnivîs pêşkêş bike, Amerîka amade ye roja înê li Cenevreyê bicive da ku dest bi dan û standinên hûrgilî bike û bibîne bê ka peymaneke nukleer pêkan e an na."

Rayedar piştrast kir ku Amerîka û Îran beriya ku bigihin peymaneke temam a nukleer, dikarin li ser îhtimala "peymaneke demkî" jî gotûbêjan bikin.

"Şansê dawî"

Di nûçeyê de hat hat gotin ku li gorî rayedarên Amerîkayî, ev hewldana dîplomatîk dibe ku bibe "şansê dawî" be ji Îranê beriya ku Trump operasyoneke mezin bide destpêkirin û rasterast Elî Xamineyî bike hedef.

Danûstandinên Îran û Amerîkayê

Dan ûstandinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de ku Hezîrana 2025an piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê qut bûbûn, 6ê Sibatê li Umanê ji nû ve dest pê kiribûn.

Gera duyem a dan û standinan jî 18ê Sibatê li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst