Lindsey Graham ji Trump re got: Guh mede wan û êrişî Îranê bike

2 demjimêr berê
Nîşan Lindsey Graham Trump Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarparêzan Lindsey Graham ragihand ku gelek kesên nêzîkî Donald Trump şîretan lê dikin ku êrişî Îranê neke.

Graham ji Serokê Amerîkayê xwest ku guh nede wan şîretan û biryara êrişê bide.

Keştiyên balafirhilgir û bi sedan balafirên şer xwe ji bo operasyoneke leşkerî ya mezin amade dikin lê şêwirmendên payebilind ên Trump ji malpera Axiosê re ragihand ku Serokê Amerîkayê hîn biryara dawî nedaye.

Hat diyarkirin ku pêşniyarên leşkerî yên curbicur hatine pêşkêşkirin ku vebijêra kuştina Rêberê Îranê Elî Xameneyî û kurê wî jî li xwe digire.

Tîma Trump di dan û standinên bi Îranê re hinek nermî nîşan daye.

Berpirsekî payebilind ji Axiosê re ragihand, Amerîka li ser pêşniyareke Îranê gotûbêjan dike.

Li gorî agahiyan, ew pêşniyar rê dide meyandina hinek uranyumê lê divê ev yek bike ku Îran nikaribe çeka atomî çêbike.

Pêwendiyeke xurt a Lindsey Graham bi xwe bi Trump re heye û ew serkêşê wan kesên nêzîkî Trump e ku parastina êrişa leşkerî ya li ser Îranê dikin.

Graham destpêka vê hefteyê çû Rojhilata Navîn û bi serkirdeyên Îsraîl, Îmarat û Siûdiyê re mijara Îranê gotûbêj kir.

Graham ji Axiosê re ragihand, ew ji dilgiraniya wan kesan fêm dike ku naxwazin Amerîka li Rojhilata Navîn operasyoneke mezin bike.

Lê ew dibêje, ew kesên ku li dijî êrişa li ser Îranê şîretan li Trump dikin, "Wisa diyar e guh nadin encamên devjêberdana şerxwaziya Îranê."

Graham her wiha got, piştî gera wî ya dawî ya li herêmê, jê re eşkere bûye ku derfetek heye "ji bo çêkirina guherîneke dîrokî" ya li Îranê û biland:

"Rêzeke min a zêde ji bo Serok Trump heye. Ew kesekî azad e.

Wekî hemû serokan, ew jî dê ji biryarên xwe yên li ser van mijarên giran berpirsyar be.

Derbarê min jî, dê dîrok derbarê helwesta min gelekî zelal be, çi baş be yan xerab."

Hinek şêwirmendên Trump daxwazê jê dikin ku ji êrişê dûr bikeve û ji bo bidestxistina tewîzan bikaranîna gefa leşkerî bidomîne.

Her wiha hinek şêwirmend û berpirsên nêzîkî Trump şik û gumanan ji serkeftina operasyona ji bo guhertina hikûmeta Îranê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst