Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pakistanê li rojhilat û başûrê rojhilatê Efxanistanê bi balafiran êrişî gelek cihan kir.
Li gorî medyaya Efxanistanê di êrişan de sivîl bûne armanc.
Pakistan jî dibêje wan baregehên “rêxistinên çekdar” kirine armanc.
Kanala TOLOnewsê ya Efxanistanê li ser hesabê xwe yê Xê li ser êrişan agahî dan.
Li gorî nûçeyê, hêzên Pakistanê li parêzgeha Nangarharê êrişî navçeyên Xogyani, Xanî Xêl û Behsûdê kiriye.
Her wiha li parêzgeha Paktîkayê jî navçeyên Barmal û Urgunê hatine bombebarankirin.
Mala sivîlekî hat bombebarankirin
Li navçeya Behsûdê mala sivîlekî bi navê Şehabedîn hatiye armanckirin.
Berdevkê Polîsên Nangarharê Seyîd Teyîb Hemed ragihand ku di encama êrişê de 23 endamên malbatekê di bin kavilan de mane.
Heta niha 4 kes hatine rizgarkirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Li aliyê din, hat diyarkirin ku li navçeya Barmalê jî êrişî merasîmeke dînî hatiye kirin lê derbarê ziyanên li wê derê agahiyên zelal tunin.
Efxanistan: Pakistan sivîlan qetil dike
Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahîd li ser mijarê daxuyaniyek da.
Mucahîd diyar kir ku Pakistanê careke din xaka Efxanistanê bin pê kiriye û got:
"Şeva borî wan li parêzgehên Nangarhar û Paktîkayê welatiyên me yên sivîl bombebaran kirin."
Wî da zanîn ku di êrişan de jin û zarok jî di nav de bi dehan kes mirine û birîndar bûne.
Mucahîd her wiha got, "Generalên Pakistanê dixwazin bi van tawanên xwe qelsiya ewlehiya welatê xwe veşêrin."
Daxuyaniya Pakistanê
Wezareta Agahdarkirin û Weşanê ya Pakistanê jî bi rêya Xê daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku wan li ser sînor 7 baregeh û wargehên Tehrîkî Talîbana Pakistanê (TTP) û şaxa Xorasanê ya DAIŞê (ISKP) kirine armanc.
Hat diyarkirin ku ev êriş wekî bersivekê ji bo teqînên xwekujî yên dawî yên li Pakistanê hatine kirin.
Wezaretê ji Hikûmeta Demkî ya Efxanistanê xwest ku rê nede xaka wan li dijî Pakistanê were bikaranîn.
Roja şemiyê li parêzgeha Xeyber Pextunxwayê ya Pakistanê 2 hêzên ewlehiyê hatibûn kuştin.
Pakistanê piştî vê bûyerê hişyarî dabû û gotibû ku ew dê bersiva êrişên ji xaka Efxanistanê bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse