Rûsya: Divê mafên Kurdan ên li Sûriyeyê werin parastin

2 demjimêr berê
Niyaz Mistefa
Nîşan Rûsya Îran Amerîka Îraq Sûriye Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand, nabe ku rê li ber mafê Îranê yê dewlemendkirina uranyumê ji aliyê welatekî din ve were girtin û divê ev pirs ji aliyê gelê Îranê ve were çareserkirin.

Li ser Îraqê jî got ku ew pîrozbahiyê li hikûmeta nû dikin û îsal dê ji bo hevahengiya di çend waran de civînekê bikin.

Her wiha destnîşan kir ku divê mafên kêmneteweyên li Sûriyeyê, Kurd jî di nav de werin parastin û rewşa asayî bibe.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê di konferanseke rojnamegeriyê de bersiva pirsên edîtorê beşa navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa da.

Zakharova: Tenê gelê Îranê dikare li ser uranyumê biryarê bide

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser pêdagiriya Îranê ya ji bo hiştina uranyumê û ya Amerîkayê ya ji bo nehîştina uranyuma dewlemendkirî ji Rûdawê re ragihand:

"Em di wê baweriyê de ne ku mafê Îranê yê ji bo bikaranîna atomî ya aştiyane, li gorî xala çaran a peymana qedexekirina belavkirina çekên atomî, nayê guhertin û nabe ji bo hinek daxwaz an polîtîkayên xeyalî an hinek gotinên dewletên din were sînordarkirin.

Tenê gelê Îranê dikare biryar bide ka dê bi uranyum û uranyuma dewlemendkirî û wan materyalên uranyumê yên di destê wan de hene çi bike."

Berî şerê 12 rojî yê hezîrana borî û şerê sibata îsal Îranê xwedî zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî ya bi rêjeya ji sedî 60î bû lê heta niha ti aliyên fermî yên Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî li ser çarenivîsa wê uranyumê tiştek eşkere nekiriye.

Ji 8ê Nîsana borî ve ku agirbesta şerê sibatê yê di navbera Amerîka û Îsraîlê de li gel Îranê hat ragihandin, Amerîkayê hewl daye ku ew uranyum li Îranê nemîne lê Tehranê ev daxwaz red kiriye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got:

"Derfeta gihîştina peymaneke dualî heye û divê hemû aliyên pêwendîdar beşdarî biryardanê bibin.

Em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya dan û standinan dê alozî û pevçûnan kêm bike.

Pêdivî ye em bigihêjin çareseriyeke siyasî ku hemû pirsên bêbingeh ên li ser bernameya uranyumê ji holê rake û hemû berjewendiyên niştimanî yên Îranê li ber çavan bigire."

Zakharova: Em dê bi hikûmeta nû ya Îraqê re bixebitin

Maria Zakharovayê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û pêwendiyên Moskow û Bexdayê da zanîn:

"14ê Gulanê li Parlamentoya Îraqê dengdan hat kirin û li gorî wê hikûmeteke nû ya bi serokatiya Elî Zeydî hat avakirin.

Ew dawiya pêvajoya diyarkirina paşeroja saziyên dewletê bû.

Em careke din dixwazin destxweşiyê li hevalên xwe yên Îraqî bikin û pîrozbahiyê li wan bikin."

Zakharovayê li ser xebata bi hikûmeta nû re got:

"Niyeta me heye ku em bi kabîneya nû ya wezîrên Îraqê re ji bo bipêşxistina hevahengiya dualî di warên cuda de bixebitin, bi taybetî li ser bicihanîna projeyên mezin ên enerjiyê û xurtkirina pêwendiyên bazirganî, aborî û mirovî.

Ji bo sala 2026an, plana me heye ku em civîna 11an a komîteya di navbera hikûmetên Rûsya û Îraqê de ji bo hevahengiya bazirganî, aborî, zanistî û teknîkî li dar bixin."

Li gorî dîroka pêwendiyên dîplomatîk û aborî yên her du welatan, xula yekem a civînên komîteya hevbeş a Îraq û Rûsyayê sala 1994an li Moskowê hatibû sazkirin.

Zakharova: Biryarnameya Sûriyeyê mafên Kurdan garantî kirine

Maria Zakharovayê li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand:

"Em rûdanên li Komara Ereban a Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

Em bi awayekî kevneşopî girîngiyê didin mijara pêwendiyên di navbera komên neteweyî û herêmî de ku gelê Sûriyeyê pêk tînin."

Zakharovayê li ser parastina mafên kêmneteweyên li Sûriyeyê û bi taybetî Kurdan got:

"Em di wê baweriyê de ne ku rêya aramiyeke mayînde li bakurrojhilatê Sûriyeyê û li hemû welêt, bi rêya diyalogeke berfireh dibe ku armanca wê xurtkirina yekîtiya niştimanî, lihevhatin û parastina berjewendiyên nûnerên hemû komên neteweyî û dînî yên civaka Sûriyeyê be Kurd jî di nav de."

Beşeke din a gotinên Zakharovayê li ser biryarnameya serokatiya Sûriyeyê ya li ser mafên Kurdan bû û wê anî ziman:

"Me bi germî derketina biryarnameya hejmar 13an a 16ê Kanûna Paşîn a serokatiyê pêşwazî kir.

Ev biryarname ji bo garantîkirina mafên Kurdan bendên girîng dihewîne.

Em hêvî dikin ku ew bicihanîna ku alî li ser li hev kirine, bibe sedema vegera serkeftî ya herêma bakurrojhilatê Komara Ereban a Sûriyeyê ji bo nav qada yasayî ya hevbeş a dewletê û asayîkirina demdirêj a rewşê li vê beşa welêt û li hemû Sûriyeyê."

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Maria Zakharovayê re:

Rûdaw: Îran pêdagir e ku dewlemendkirina uranyumê mafê wê ye, di heman demê de Amerîka pêdagir e ku dewlemendkirin bibe sifir û uranyuma dewlemendkirî li wî welatî nemîne. Ji nêrîna Rûsyayê ve, gelo çareseriyeke navendî ji bo vê mijarê heye? Her wiha, Rûsya dikare çi rolekê bilîze ji bo rêlibergirtina şerekî din li herêmê ku ihtimal heye berfirehtir bibe?

Maria Zakharova: Helwesta Rûsyayê ya li ser vê mijarê çend caran hatiye belavkirin. Îro jî me çend caran behsa wê kir. Em di wê baweriyê de ne ku mafê Îranê yê ji bo bikaranîna atomî ya aştiyane, li gorî xala çaran a peymana qedexekirina belavkirina çekên atomî, nayê guhertin û nabe ji bo hinek daxwaz an polîtîkayên xeyalî an hinek gotinên dewletên din cureyekî were sînordarkirin. Tenê gelê Îranê dikare biryar bide ka dê bi uranyum û uranyuma dewlemendkirî û wan materyalên uranyumê yên di destê wan de hene çi bike. Ji bo gihîştina peymaneke dualî, derfeta gihîştina peymaneke dualî heye û divê hemû aliyên pêwendîdar beşdarî biryardanê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya dan û standinan dê alozî û pevçûnan kêm bike. Pêdivî ye em bigihin çareseriyeke siyasî ku hemû pirsên bêbingeh ên li ser bernameya uranyumê ji holê rake û hemû berjewendiyên niştimanî yên Îranê li ber çavan bigire.

Rûdaw: Di van demên dawî de hikûmeteke nû li Îraqê hatiye avakirin. Çaverêkirinên Rûsyayê li ser hevkariya bi hikûmeta nû ya Îraqê re çi ne û hûn pêşbîniya hevkariya di kîjan waran de dikin?

Maria Zakharova: 14ê Gulanê li Parlamentoya Îraqê dengdan hat kirin û li gorî wê hikûmeteke nû bi serokatiya Elî Zeydî hat avakirin. Ew dawiya pêvajoya diyarkirina paşeroja saziyên dewletê bû. Em careke din dixwazin destxweşiyê li hevalên xwe yên Îraqî bikin û pîrozbahiyê li wan bikin. Niyeta me heye ku em bi kabîneya nû ya wezîrên Îraqê re ji bo bipêşxistina hevahengiya dualî di warên cuda de bixebitin, bi taybetî li ser bicihkirina projeyên mezin ên enerjiyê û xurtkirina pêwendiyên bazirganî, aborî û mirovî. Ji bo sala 2026an, plana me heye ku em civîna 11an a komîteya di navbera hikûmetên Rûsya û Îraqê de ji bo hevahengiya bazirganî, aborî, zanistî û teknîkî li dar bixin.

Rûdaw: Piştî rûdanên Kanûna Paşîn a 2026an li bakurrojhilatê Sûriyeyê, Şamê hinek biryar ragihandin da ku rê bide herêmên Kurdî ji aliyê Kurdan ve werin birêvebirin û rê bide zarokên Kurd bi zimanê Kurdî bixwînin. Lê ev biryar hîn bi temamî nehatine bicihanîn. Gelo ev mijar, li gel dilgiraniyên berfireh ên kêmneteweyên din, di civînên we yên bi berpirsên Sûriyeyê re hatine gotûbêjkirin?

Maria Zakharova: Em rûdanên li Komara Ereban a Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin. Em bi awayekî kevneşopî girîngiyê didin mijara pêwendiyên di navbera komên neteweyî û herêmî de ku gelê Sûriyeyê pêk tînin. Em di wê baweriyê de ne ku rêya aramiyeke mayînde li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û li hemû welêt, bi rêya diyalogeke berfireh dibe ku armanca wê xurtkirina yekîtiya niştimanî, lihevhatin û parastina berjewendiyên nûnerên hemû komên neteweyî û dînî yên civaka Sûriyeyê be, Kurd jî di nav de. Me çend caran gotiye ku divê rêz li serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê were girtin û serkirdayetiya Sûriyeyê jî heman rêyê dişopîne. Em piştgiriyê didin helwesta desthilatdarên welêt û bi kesî Serok Ehmed Şer ji bo dabînkirina mafên hemû welatiyan bêyî cudahiya neteweyî û dînî. Li ser bingeha helwesta me ya bingehîn a li ser vê mijarê, me pêşwazî li derketina biryarnameya serokatiyê kir, biryarnameya hejmar 13an a 16ê Kanûna Paşîn a 2026an. Ev biryarname bendên girîng dihewîne ji bo garantîkirina mafên Kurdan. Em hêvî dikin ku ew bicihkirina ku alî li ser li hev kirine, bibe sedema vegera serkeftî ya herêma bakurê rojhilatê Komara Ereban a Sûriyeyê bo nav qada yasayî ya hevbeş a dewletê û asayîkirina demdirêj a rewşê li vê beşa welêt û li hemû Sûriyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst