Serokê Amerîkayê, Donald Trump biryar da ku koçberên neyasayî di serjimêriya giştî ya wî welatî de neyên tomarkirin.
Hewlêr (Rûdaw) - Di pêngaveke pêşbînînekirî de Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman da ku koçberên neyasayî ji serjimêriya giştî ya welat bên dûrxistin. Ev jî pêngaveke tê çaverêkirin ku pêgeha Komariyan di nav Encûmena Nûneran a nav Kongreya Amerîkayê de bihêztir bike.
Li gor destûra Amerîkayê û bi armanca diyarkirina rêjeya nûnertiya gelê Amerîkayê di nav 435 kursiyên Encûmena Nûneran de, her deh sal carekê serjimêrî li welat tê kirin û têde hemû kesekî nav axa Amerîkayê çi yên belgenameya wan a mane hebe yan ewên ku koçberên neyasayî ne, di serjimêriyê tên hejmartin.
Di fermana Trump de, tê gotin ku bi armanca dubare dabeşkirina nûnerên nav encûmen piştî serjimêriyê, siyaseta Amerîkayê li ser bingehê dûrxistina koçberên neyasayî tê danîn. Serokê Amerîkayê dibêje, dûrxistina koçberên neyasayî di serjimêriya taybet bi destnîşankirina nûnerên gel de li Kongresa zêdetir amajeyê bi sîstem û behayên demokrasiyê dike.
Di fermanê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew wilayetên yasayên wan man û zêdebûna hejmara koçberên neyasayî teşwîq dikin, nabe li nav Encûmena Nûneran bi kursiyên zêdetir ên nûneran bên xelatkirin.
Fermana Trump zêdetir bandorê li wan wilayetan dike ku di warê dîrokî de ser bi Demokratan tên hesabkirin, wek wilayeta Kalîforniya ku ji 435 kursiyên Encûmena Nûneran 53 kursiyên wê hene û ji sedî 6ê akinciyên wê wilayetê koçberên neyasayî ne, eger bê û di serjimêriyê de neyên hejmartin, wê demê Demokrat du heta sê kursiyan ji dest didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse