Hewlêr (Rûdaw) - Li Peruya ku welatekî Amerîkaya Başûr e ji bo “têkoşîna li dijî sûcên organîze” rewşa awarte hat ragihandin.
Serokdewletê Demkî Jose Jeri, di axaftina xwe ya ji bo neteweyê de amaje bi bûyerên tundiyê yên van demên dawî da û got:
“Rêjeya sûcan bi awayekî bêhempa zêde bûye, ev rewş dibe sedema êşeke mezin ji bo bi hezaran malbatan û zererê dide aboriya welêt.”
Jeri anî ziman ku ew dê aştî û aramiyê li welêt ji nû ve pêk bînin, ragihand ku ji saet 00:00an a dema herêmî ve li paytext Lîma û bajarê bendergehê Callaoyê rewşa awarte hatiye ragihandin û dê 30 rojî biajo.
Li gorî biryara ku di rojnameya El Peruanoyê de hat weşandin, di dema rewşa awarte de hinek mafên bingehîn ên wekî parêzbendiya xaniyan, azadiya kombûnê û ewlehiya kesane hatine rawestandin.
Di hefteyên dawî de li welêt bi taybetî jî li Lîmayê di protestoyan de bi hezaran kesan bertek nîşanî zêdebûna tundiyê û sûcên organîze dabû.
Li gorî amarên sîstema tomarkirina mirinan, di navbera tîrmeh û îlonê de li Perûyê 575 kuştin çêbûne.
Li Perûyê piştî ku Serokdewlet Dina Boluarte ji kar hatibû dûrxistin, di protestoyên dijî hikûmetê yên 16ê Çiriya Pêşîn de kesek miribû û polîs 102 kes birîndar bûbûn ku 78 ji wan polîs bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse