24 wilayetên Amerîkayê li dijî hilweşandina yasaya dersînorkirina koçberan in

23-05-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di serdema îdareya Donald Trump de, yasayek ji bo dersînorkirina koçberan hatibû pesendkirin ku rê dide pasevanên sînor, hemû koçberên ku bê vîze ne, ji axa Amerîkayê bên dersînorkirin. Lê rêveberiya Biden ji bo hilweşandina yasayê hewlan dide û ji 50 wîlayetan 24 wîlayet li dijî hilweşandinê ne.

Yasaya hejmar 42 a Koçê ya Amerîkayê, rê dide zêrevanên sînor ku hemû koçberên vîzeya wan nîne paşde vegerînin. Yasa di serdema serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatiye derxistin bi armanca rêgirtin li belavbûna vîrûsa Coronayê.

Niha rêveberiya Joe Biden hewl dide wê yasayê hilweşîne. Ji 50 wîlayetên Amerîkayê, 24 wîlayet li dijî hilweşandina yasayê ne.

Gerald Nunez (Cîrald Nunêz) ligel hevalên xwe ji Nikaraguyê sînorê sê welatan derbas kirine daku li Amerîkayê jiyaneke wan a baştir hebe.

Gerald Nunez, koçberê ji Nikaragua dibêje, “Em hêvîdar in hinek guhertin di yasayan de bên kirin û di berjewendiya koçberan de biryar bidin. Gelek astengî di geşta me ya ber bi vê derê de hebûn, her dema mal bicîh dihêlî, hemû tiştek giran dibe.”

Ev çemê li bakurê Meksîkayê, bajarokê Los Algodones ji wilayeta Kalîforniya ya Amerîkayê cuda dike.

Piştî derxistina yasaya hejmar 42 pêdeçûn bo dosyeya koçberan nehatiye kirin. Vê jî rêxistinên mafên mirovan nîgeran kiriye.

Rêveberê Rêxistineke Mafên Mirov, Dulce Garcia dibêje, “Berî derxistina yasaya hejmar 42, destûr bo koçberan dihat dayîn ku li deriyên sînor xwe binasînin, biçin nav Amerîkayê û li beramber Dadwerê Koçê amade bibin, lê niha bêyî ti dadgehkirinekê, destûr bo zêrevanên sînor tê dayîn koçberan vegerînin.”

Li gor amarên fermî, ji Adara 2020an ve û heta niha 1.9 milyon koçber li gor yasaya hejmar 42 a taybet bi koçberan ji nav sînorê Amerîkayê ve hatine dersînorkirin û bo cihên jê hatî hatine vegerandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst