Amerîka dê bi hezaran Sûriyeyiyan dersînor bike

20-09-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Dersînorkirin Sûriye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê ragihand ku ew dê dawî li Statuya Parastina Demkî (TPS) ya bi hezaran koçberên Sûriyeyî yên li Amerîkayê dijîn bîne û berdewamiya wê bernameya mirovî ne di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê ragihand ku rewşa Sûriyeyê êdî nabe asteng ku welatiyên Sûriyeyê neyên şandin.

Berdevka Wezareta Ewlehiya Navxwe ya Amerîkayê Tricia McLaughlinê di daxuyaniyekê de got:

"Sûriye nêzîkî 20 salan e bûye cihê teror û tundiyê û berovajî berjewendiyên me yên neteweyî ye ku em rê bidin ku Sûriyeyî li welatê me bimînin."

Li gorî amaran, nêzîkî 6 hezar Sûriyeyî li Amerîkayê di çarçoveya bernameya TPSyê de ne û îdareya Amerîkayê 60 roj dem daye wan ku vegerin welatê xwe.

Wezaretê amaje bi wê yekê jî kir ku her welatiyekî Sûriyeyî yê ku piştî wê demê li Amerîkayê bimîne, dê rûbirûyê metirsiya desteserkirin û dersînorkirinê bibe.

Bername sala 2012an di dema îdareya Obama de ji bo Sûriyeyiyan hatibû ragihandin û di dema yekem a îdareya Trump de jî hatibû dirêjkirin.

Ji sala 1990î ve, bername ji aliyê Kongreyê ve hatiye pejirandin û ji wê demê ve mafê mayîna demkî ji bo hezaran kesan hatiye dayîn lê bername demkî ye û rê nade bidestxistina mafê rûniştina daîmî.

Demokrat û parêzvanên mafên koçberan vê gava Trump rexne dikin û di wê baweriyê de ne, dibe ku ew koçber li welatên xwe rûbirûyê rewşeke metirsîdar bibin.

Her wiha ew dibêjin ku ev biryar dê bandorê li karsazên Amerîkî jî bike, ji ber ku hinek ji wan pişta xwe bi keda koçberan girê dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst