Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 50 kesayetên naskirî yên Kurd û Alman, bi rêya rêxistina Hawar.helpê nameyeke vekirî ji siyasetmedarên Alman û Yekîtiya Ewropayê re şand û daxwaza pêngavên bilez ên ji bo rawestandina êrişên li Rojavayê Kurdistanê kir.
Name ji aliyê gelek rêxistinan ve, di nav de "Civaka Kurd a Almanyayê" û kesayetên navdar ên wekî futbolîst Deniz Undav, lîstikvan Natalia Worner, rapbêj Haftbefehl û KC Rebell, siyasetmedar Bêrîvan Aymaz, rojnameger Duzen Tekkal, lîstikvan Jasmin Tabatabai, Prof. Jan Îlhan Kizilhan, derhêner Soleen Yusef, nivîskar Stefanie Sargnagel û gelek kesayetên din ve hatiye îmzekirin.
Ev name ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê jî hatiye şandin.
Rewşa mirovî û leşkerî metirsîdar e
Li gorî naveroka nameyê ku medyayê navdar a Almanyayê "ZDF"yê jî belav kiriye, rewşa mirovî û leşkerî ya li herêmê bi awayekî metirsîdar xera bûye.
Di nameyê de hat diyarkirin ku "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, komên çekdar ên Îslamî yên hevpeymanên wê û hêzên nêzîkî Tirkiyeyê" êrişên dijwar dibin ser deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.
Hişyariya "tawanên dijî mirovahiyê"
Di nameyê de hişyarî hat dayîn ku ji ber van êrişan tawanên li dijî mirovahiyê hatine kirin û bûye sedema koçberiya girseyî.
Her wiha hat destnîşankirin ku êriş li ser stasyonên elektrîkê û nexweşxaneyan hatine kirin û vê yekê metirsiya serhildana DAIŞê zêde kiriye.
Daxwazên sereke
Daxwazên îmzekarên nameyê di van xalan de kom bûn:
• Divê gavên dîplomatîk û siyasî yên bilez ji bo parastina sivîlan bên avêtin û zext li Şam û Tirkiyeyê were kirin da ku şer rawestînin.
• Divê ji bo rêlibergirtina serhildana DAIŞê bi Koalîsyona Navneteweyî re hevahengî were kirin û bi Rêveberiya Xweser re diyalog were destpêkirin.
• Divê xebat bên kirin da ku tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî were şandin û alîkariyên darayî yên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bên rawestandin.
• Divê serdana Ehmed Şer a ji bo Almanyayê were betalkirin û Balyozê Tirkiyeyê ji bo Wezareta Karên Derve were gazîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse