Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetvan, bazirgan û nivîskarê amerîkî, Michael Bloomberg ku yek ji kesên herî dewlemend ê cîhanê ye û xwediyê 58 milyar dolarî e, di hilbijartina serokatiya Amerîkayê de bû berbijêr.
Michael Bloomberg ku pêştir serokê şaredariya New Yorkê bûye, îro di twîttekê de berbijêrbûna xwe di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de aşkere kir û derbarê sedema berbijêrbûna xwe de jî ragihand: “Ez xwe berbijêr dikim ji bo têkşikandina Serokê Amerîkayê, Donald Trump.”
Bloomberg “Avakirina Amerîkayê” weke dirûşma xwe ya sereke di hilbijartinan de diyar kiriye.
Bloomberg pêştir ragihandibû, eger ew xwe bo posta serokatiya Amerîkayê berbijêr bike, ji bo kempîna xwe ya hilbijartinan pereyan ji ti bazirganan wernagire û eger weke serok hat hilbijartin, mûçeyê serokatiyê jî wernagire.
Jiyannameya Bloomberg
Di 14ê Sibata 1942an de ji dayik bûye.
Ser bi Partiya Demokratan ve ye.
Demekê di nava refên Komariyan de bûye.
Di bazirganiyê de li Zanîngeha Harvardê master bi dest xistiye.
58 milyar dolar sermayeya wî heye.
Ji 2002 v eheta 2013an serokê şaredariya New Yorkê bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse