Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Wezîrê Parastinê Murhef Ebû Qesra li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civiyan.
Ev serdan rojekê piştî serdana şandeya bilind a Tirkiyeyê ya bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a Şamê pêk hat.
"Hevkariya stratejîk"
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), şandeya Sûriyeyê di civîna bi Putin re de gelek mijarên siyasî, leşkerî û aborî gotûbêj kirin.
Di civînê de bi taybetî tekezî li ser hevkariya stratejîk a di warê pîşesaziya leşkerî de hat kirin.
Her du aliyan rêyên bipêşxistina hevkariya leşkerî û teknîkî nirxandin.
Hat diyarkirin ku armanc ew e ku şiyanên parastinê yên artêşa Sûriyeyê li gorî pêşketinên nûjen ên pîşesaziya leşkerî werin xurtkirin.
"Nûjenkirina alavên leşkerî"
Di hevdîtinê de mijarên nûjenkirina alavên leşkerî, veguhestina ezmûnên teknîkî û hevkariya di warê lêkolîn û geşedanê (AR-GE) de hatin axaftin.
Hat destnîşankirin ku ev pêngav dê bibe alîkar ji bo bihêzkirina sîstema parastina niştimanî û piştgirîkirina ewlehî û aramiya Sûriye û herêmê.
"Peyama Putin a li ser yekparçeyiyê"
Vladimir Putin piştgiriya Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê ducare kir.
Putin bal kişand ser girîngiya parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya wê.
Serokê Rûsyayê her projeyeke ku armanca wê dabeşkirina welat be red kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse