Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di êrîşa bi kêrê ya li trêneke herêmî ya ku ji Kielê diçû Hamburgê li gorî zanyariyên destpêkê 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Brokstedt a herêma Schleswig-Holsteinê Almanyayê îro Çarşemê di êrîşa li trêneke herêmî de mirî û birîndar hene.
Wezîra Navxweyî ya Schleswig-Holstein, Sabine Sütterlin-Waack roja ji Ajansa Çapemeniya Alman (DPA) re ragihand ku di sefera Kîel-Hambûrgê de rêwiyek di trêneke ekspres a herêmê bi kêrê êrişkiriye û di encamê de herî kêm 5 kes birîndar bûne û 2 kes jî hatine kuştin.
Rojnameya BILD a Alman ragihand ku êrişkar kesekî Sûrî ye û hatiye desteserkirin.
Berdevkekî polîsê federal a Almanyayê got, zilamek beriya ku bigihêje stasyona Brokstedtê bi kêrê êrîşî rêwiyan kir. polîsan ew zilam piştî demek kurt li Brokstedt girtin. Ji ber tedbîrên polîsan istasyin hat girtin. Brokstedt bajarokek piçûk e ku li ser xeta trenê ya di navbera Elmshorn û Neumunster de ye.
Polîsên Alman ragihand ku dema gumanbar hat girtin ji destên xwe birîndar bûye û ew bi xwe kiriye.

Tê nûkirin...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse