Jordan Bardella: Çekdarên DAIŞê yên li Sûriyeyê dixwazin bigihin Ewropayê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Jordan Bardella Fransa DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Kombûna Niştimanî ya Fransayê Jordan Bardella got, "Bipêşveçûna zêdetir a artêşa Sûriyeyê ya li dijî hêzên Kurdan, dilgiraniyên derbarê derketina çekdarên DAIŞê ya ji girtîgehan zêde dike."

Bardella li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got, "Li gel bipêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya li dijî hêzên Kurdan a li bakurê Sûriyeyê, dilgiraniyên li ser windakirina kontrola bi hezaran çekdarên DAIŞê yên li girtîgehên wê herêmê zêde dibin ku beşek ji wan biyanî ne û di nav wan de Fransayî jî hene."

Ji 6ê Kanûna Paşîna îsal ve Artêşa Ereban a Sûriyeyê dest bi êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê û herêmên din ên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kiribû.

Agirbesta di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de roja yekşemê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin.

Ji hefteya borî ve HSDyê ji xeynî Kampa Holê, sê girtîgehên çekdarên DAIŞê jî terk kir.

Metirsî heye ku revîna çekdarên DAIŞê ya ji hinek girtîgehan û Kampa Holê bibe gef û bibe destpêka vejîna ducare ya DAIŞê.

Bardella di posta xwe de got, "Divê her tişt ji bo parastina me û rêlibergirtina tevgera wan terorîstên Îslamî were kirin ku dixwazin sûdê ji aloziyan wergirin, rizgar bibin û bigihin Ewropayê."

Li gorî berpirsên HSDyê, berî destpêkirina êrişên artêşa Sûriyeyê nêzîkî 60 hezar çekdar û malbatên wan di girtîgeh û kampan de bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst