Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku wan bi hevkariya Fransayê êrişî binesaziyeke rêxistina DAIŞê ya li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê kiriye.
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê daxuyaniyek belav kir û got, "Balafirên Hêza me ya Asmanî ya Şahaniyê bi hevahengiya Fransayê êrişî DAIŞê kir."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cihê hatiye bombebarankirin ji aliyê DAIŞê ve bi armanca depokirina çek û teqemeniyan dihat bikaranîn.
Her wiha hat destnîşankirin ku li wê herêmê kes najî.
"Ti metirsî li ser sivîlan çênebûye"
Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê diyar kir ku ti nîşane nînin ku bombebarankirina armanca li bakurê herêma Tedmûrê ya parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê metirsî li ser jiyana welatiyên sivîl çêkiribe.
Herêmên dawî yên di bin desthilata DAIŞê de li Sûriyeyê sala 2019an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatibûn kontrolkirin lê hîn jî ew rêxistina tundrew li çolên Sûriyeyê heye.
Tedmûr yek ji wan cihan bû ku demeke di bin desthilata DAIŞê de mabû.
Meha borî, Amerîkayê ragihandibû ku çekdarekî DAIŞê li Sûriyeyê du leşkerên Amerîkî û welatiyekî sivîl ê Amerîkî kuştine.
Çend roj piştî wê bûyerê, Amerîkayê êrişî pêgehên DAIŞê yên li Sûriyeyê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse