Amerîka 720 milyon dolar alîkariyê dide xelkê Sûriyê

25-09-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku weke gavekê ji bo piştgiriya xelkê Sûriyê, dê Amerîka 720 milyon dolar alîkariyên mirovî bigihîne xelkê Sûriyê yên li navxwe û li derveyî welat.

Ev biryara Amerîakyê di civîneke bilind a Encûmena Giştî ya Netewên Yekgirtî de bi navnîşana gotûbêj li gel 10 welatên yekem ên bexşînerên pêwîstiyên mirovî hatiye dan, ku 419 milyon dolar ji aliyê ajansa pêşvebirina alîkariyên mirovî û 301 milyon dolar jî ji aliyê fermangeha niştecihan, penaber û koçberan li Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye dabînkirin.

Bi dabînkirina vî pereyî, qebareya vê pereyê ku Amerîka ji destpêka qeyrana Sûriyê ve weke alîkariyên mirovî li Sûriyê xerc kiriye, digihe 12 milyar dolarî.

Alîkariya Amerîkayê, xelkê li navxweyê Sûriyê û Sûriyên li welatên navçeyê jî li xwe digire, ji wan jî penaberên xelkê Rojavayê Kurdistanê ku niha li Herêma Kurdistanê ne.

Wezareta Derve ya Amerîkayê behsa wê jî dike, ku pêwîst e civaka navdewletî pabendbûna xwe bi dabînkirina pêdawîstiyên xelkê Sûriyê û sizadana rejîma Esed tekez bike, ew jî ji ber wan operasyonên serbazî yên wêranker ku pêk anîne û herwiha ji ber rêznegirtina li mafên mirov, ji wan desteserkirina beredayî ya zêdetir ji 100 hezar welatiyên sivîl ên Sûrî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî dike, ku divê civaka navdewletî pabendî gihandina alîakriyên mirovî bi xelkê Sûriyê bi rêya deriyên sînorî be. Herwiha dibêje, karên Rûsya û Çînê li Encûmena Asayişa Netewên yekgirtî li dijî wan daxwazên zelal ên li Netewên Yekgirtî ye û tekez dike, Rûsya û Çîn bi wan akrên xwe çavê xwe li ser pêwîstiyên bi milyonan xelkê Sûriyê grtine.

Wezîrê Derve yê Amerîka  Mike Pompeo diyar kir, ku alîkariyên wan yên mirovî, ji bo çareserkirina karesatên hovane yên hikûmeta Sûriyê, û herweha sivikirina ziyanên hêzên Îranê û Rûsya yên li ser xelkê Sûriyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst