New York (Rûdaw) - Serokwezîrê Beljîkayê bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê dilgiraniya xwe li ser rewşa Ukraynayê nîşan da ku di encama êrişa Rûsyayê de çêbûye û dibêje, divê wek civaka navdewletî “Em her karekê ku ji destê me tê bikin ji bo ku em êrişê rawestînin”.
Roja înê 24.09.2022 Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo li New Yorkê ji Rûdawê re axivî.
Serokwezîrê Belcîkayê ji Rûdawê re got, gengeşkirina sepandina cezayên nû ji hêla YE “berdewam e” û ew sizayên ku sepandine “bandoreke wan a pir mezin hebû”.
Roja 24ê sibata 2022yan artêşa Rûsya êrişa serbazî bo ser Ukraynayê dest pê kir û heya niha dor ji %15ê axa wî welatî kontrol kiriye.
Rûsya û hêzên nêzîkî wê ji %98ê Parêzgeha Luhansk, ji %95ê Parêzgeha Xêrson, ji %65ê Parêzgeha Donteskê û ji %63ê Parêzgeha Zaporîjyayê xistine di bin desthilata xwe de.
Roja 23ê vê mehê jî giştpirsiyek li deverên kontrolkirî yên wan parêzgehan dest pê kir ku heya 27ê Îlonê berdewam dibe û pêkan e ku encama wê zeliqandina navçeya Donbassê bi Rûsyayê ve be, wek zeliqandina nîvgirava Qirimê bi Rûsyayê ve di sala 2014an de.
Ji serê vê mehê ve hêzên Ukraynayê bi mifawergirtina ji wan çekên ku ji aliyê Rojava ve ji wan re hatiye dabînkirin, dest êrişeke berevaj kir. Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky dibêje, dor 8 hezar kîlometrên çargoşe ji axa Ukraynayê ji destê Rûsyayê hatine derxistin.
Êrişa berevaj wisa kir, roja 21ê vê mehê Serokê Rûsya Vladimir Pûtîn biryarê bide dor 300 hezar leşkerên din ên artêşa welatê xwe bi hêla Ukraynayê bilivîne.
Deqê bersivên Serokwezîrê Belcîkayê bo du pirsên Rûdawê:
Rûdaw: Cenabê serokwezîr, pirsek. Helwesta we derbarê Ukraynayê çi ye? Gelo dê tedbîrên nû yên Rûsyayê tiştekî biguherin?
Serokwezîrê Belcîkayê: Na naguherin. Tişta ku em dibînin ji karekê pir xerab pêk tê ku li Ukraynayê diqewime, û pêwîst e ku em her karekê jî bikin ku ji destê me tê ji bo ku em rabigirin û, her wisa ji bo ku em piştrastiyê bidin ka kê ji encamdana wî karê xerab berpirsiyar e. Bê guman Rûsya ji tiştên ku van rojan li wir diqewimin, berpirsiyar e.
Rûdaw: Gelo em dê cezayên ewropî yên nû li ser Rûsyayê bibînin?
Serokwezîrê Belcîkayê: Gotûbêjkirina vê mijarê berdewam e. Me ceza li ser Rûsyayê sepandin û bandoreke wan a pir mezin jî hebû. Bila ew ceza bi tevahî werin cîbicîkirin, wê demê em ê bi hevbeşên xwe yên ewropî re mijarê gotûbêj bikin.



