Kolombo (Rûdaw) – Tevî ku çend roj di ser teqînên roja yekşemiyê yên li Srî Lankayê re derbas bûne, lê belê rewşa wî welatî û bi taybetî rewşa Kolomboyê asayî nebûye û hêzên artêş û polîs li piraniya cade û kolanan û li derdora hotel û cihên olî hatine bicihkirin.
Piştî teqînên roja yekşemiya bihorî li Srî Lankayê ku têde gelek welatiyên Krîstiyan canê xwe ji dest dan, cade û kolanên Kolombo ya paytexta wî welatî bûne serbazî û hêzên ewlehiyê yên wî welatî rêkarên ewlekariyê gelek tund kirine.
Şanderê Tora Medyayî ya Rûdawê Nasir Elî li payetxta Srî Lankayê bajarê Kolomboyê rewşa herî dawiyê dişopîne.
Welatiyeka Srî Lankayî ya Krîstiyan ji Rûdaw re dibêje, daxwaz ji wan hatiye kirin ku ji malên xwe dernekevin, ji ber ku heya niha rewş asayî nebûye.
Ew welatî wiha diaxive: “Daxwaz ji me hatiye kirin ku em neçin derve, rewş hêj asayî nîne, tu bixwe jî dizanî hêj ev tişt nehatiye rawestandin û rewş hêj asayî nebûye.”
Hêzên polîs û artêşa Srî Lankayê tevî ku li gelek cade û kolanên Kolomboyê belav bûne, li derdora hotel û cihên ayînî jî hatine bicihkirin.
Wezîrê Aborî yê Srî Lankayê, Junius Richard Jayewardene ji Rûdawê re diyar kir: “Em nizanin, lê em ji nûçeyan vê yekê dizanin ku DAIŞê berpirsyarî girtiye stûyê xwe, ev tiştekî hovane ye û wiha dibînim ku em Misilman van tiştan şermezar dikin, van reftar û teqînan.”
Endama Navenda Holî yê Pêkvejiyanê li Kolomboyê, Yosîka Komara jî da xuyakirin: “Ya ez dixwazim bêjim ev e, ev nabe hincetek ji bo wan bûyerên ku di yekşemiya bihorî de çê bûn, çimku li jêr navê ola xwe û li jêr navê netewa xwe nikarî kesekî din bikujî. Tundûtîjî peyama ti ayînan nîne, lewma jî weke mirov em nikarin kesekî din bikujin. Ez li jêr navê mirovatiyê daxwaz ji hemû kesan dikim ku jiyanê di ser mirinê re hilnijêrin.”
Hikûmeta Srî Lankayê jî îro ragihand ku hejmara kuştiyên wan êrîş û teqînên ku ji roja Yekşemiya bihorî ve li wî welatî çê bûne, ji wê hejmarê kêmtir e ku berê hatibû ragihandin.
Li gor daneyên nû yên ku hikûmeta Srî Lankayê di encama teqînên roja Cejna Pakê yan jî Cejna Rabûnê de, 253 kesan canê xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse