Ji bo çareseriyê biryareke radîkal: Parlamenter êdî meaşê malnişîniyê nastînin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Srî Lanka Parlamenter Malnişîn Meaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Srî Lankaya Asyaya Başûr ji ber krîza aborî meaşên malnişîniyê yên parlamenteran hatin rakirin.

Serokkomarê Srî Lankayê Anura Kumara Dissanayake di dema propagandaya hilbijartinên sala 2024an de soz dabû ku ew dê meaşên malnişîniyê yên parlamenteran rake.

Parlamentoya Srî Lankayê ku bi giranî li dijî krîza aborî ya herî giran a dîroka xwe têdikoşe, pêşniyaryasaya rakirina meaşên malnişîniyê yên parlamenteran qebûl kir.

Di parlamentoya ku ji 225 kursiyan pêk tê de dengdan hat kirin.

Di dengdanê de pêşniyaryasa bi 154 dengên "erê" hat qebûlkirin.

Tenê du parlamenteran dengê "na" bi kar anî û endamên din beşdarî dengdanê nebûn.

Meaşên niha jî tên birîn

Li gorî pergala nû, dayîna meaşên kesên ku niha vî meaşî werdigirin an jî mafê wergirtina wî bi dest xistine jî dê were rawestandin.

Wezîrê Dadê yê Srî Lankayê Harshana Nanayakkara dema ku pêşniyaryasa pêşkêşî parlamentoyê kir, diyar kir ku dema welat hîn jî hewl dide ji krîza aborî derkeve, mafê parlamenteran ê "exlaqî" nîne ku meaşê malnişîniyê wergirin.

Soza hilbijartinê ya Anura Kumara Dissanayake

Serokkomarê Srî Lankayê Anura Kumara Dissanayake di dema propagandaya hilbijartinên sala 2024an de soz dabû ku ew dê meaşên malnişîniyê yên parlamenteran rake.

Hikûmetê meha Îlona 2024an li ser daxwaza gel hinek îmtiyazên serokkomarê berê yên wekî xanî, veguhastin, alîkarî û meaşê malnişîniyê jî rakiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst