Trump: Ez dê rojekê careke din Kim Jong Un bibînim

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Kim Jong Un Koreya Bakur Amerîka
A+ A-

Hewêlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, îşaret bi egera nûkirina pêwendiyên dîplomatîk bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re kir û got, "Rojek tê û em dê hev bibînin."

Ev daxuyanî lûtkeya dîrokî ya sala 2018an a di navbera her du serkirdeyan de tîne bîra mirov.

Donald Trump, beriya serdana Serokê nû yê Koreya Başûr Lee Jae-Myung a ji bo Koşka Spî, ji rojnamegeran re axivî.

"Em dê careke din hev bibînin"

Trump di bersiva pirseke rojnamegeran de got, "Rojek tê ez dê wî bibînim û em dê careke din hev bibînin."

Ev daxuyaniya nû ya Trump di demekê de tê ku pêwendiyên di navbera Washington û Pyongyangê de piştî dewra wî ya yekem a serokatiyê sar bûne.

Di 12ê Hezîrana 2018an de, piştî çend mehan ji gef û gotinên tund, Donald Trump û Kim Jong Un di lûtkeyeke dîrokî de li Sîngapurê destê hev girtibûn.

Ew hevdîtina ku yekem car bû di navbera serokekî Amerîkayê yê li ser kar û serokekî Koreya Bakur de pêk hatibû, bi îmzekirina belgeyekê bi dawî bûbû.

Di wê belgeyê de her du aliyan li hev kiribûn ku "ber bi bêçekkirina atomî ya temam a Nîvgirava Koreyê ve bixebitin."

Di berdêla vê de, Trump qebûl kiribû ku "garantiyên ewlehiyê pêşkêşî Koreya Bakur bike."

Trump wê demê ragihandibû ku wî pêwendiyeke taybet bi Kim re daniye û teqez dê wî vexwînê Koşka Spî.

Ev daxuyanî nîşan dide ku Trump, ji bo çareserkirina pirsgirêka atomî ya Koreya Bakur, hîn jî baweriya xwe bi dîplomasiya şexsî tîne.

Serokê Amerîkayê heta niha behsa dem û cihê hevdîtinê bi Kim Jong Un re nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst