Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ku wek “Kurdistana Piçûk” jî tê naskirin îro Duşemê kesekî çekdar êrîşî dibistanekê kir di encamê de 3 xwendekar û 3 karmendên dibistanê hatin kuştin. Polîsan dan zanîn ku êrîşkar jî hatiye kuştin.
Li bajarê Nashville ji ber ku hejmerekê zêde Kurd lê dijîn wek Kurdistana Biçûk tê binavkirin li dibistana Taybet a Xiristiyanan a Covenant êrîşeke çekdarî pêk hat.
Polîsên Nashville ragihandin ku jinek bi çekên giran sê xwendekar û sê karmend li dibistaneke biçûk a seretayî ya xiristiyanan li Nashville gulebaran kir.
Êrîşkara ku danê sibê ket dibistana ku di navbera kreş û pola 6emîn de nêzî 200 xwendekar lê hene, 3 jê zarok 3 xebatkarên dibistanê 6 kes kuştin.
Berdevê polîsê Nashville Don Aaron got, polîsan li Dibistana Covenantê jina ku êrîş kiriye kuştine. Polîs got, êrîşkar jinek Nashville ya 28 salî bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse