Çînê ji Rûdawê re got: ‘Em hêvîdar in ku agirbest berdewam bike’

27-06-2025
RÛDAW
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Goa Jaikang / Wêne: Rûdaw
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Goa Jaikang / Wêne: Rûdaw
Nîşan Çîn Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dikin ji bo aştî û aramiya li Rojhilata Navîn agirbesteke mayînde pêk were.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Goa Jaikang ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec re ragihand:

“Dan û standinên bazirganiyê yên Çînê yên bi Îraqê re bi awayekî asayî hatine parastin û em hêvî dikin ku ji bo bipêşvebirina aştî û aramiya li Rojhilata Navîn agirbesteke mayînde pêk were.”

Şerê Îran û Îsraîlê 13ê Hezîranê dest pê kir û 24ê mehê bi pêşniyara Amerîkayê agirbest hat ragihandin.

Wezareta Karên Derve ya Çînê di roja 4an a şer de ji Rûdawê re ragihandibû:

“Em dê berdewam bin di pêwendiya de bi aliyên pêwendîdar re û zêdekirina dan û standinên aştiyê û dûrketina ji nearamiya zêdetir a rewşa herêmê.”

Goa Jaikang li ser ewlehiya enerjiyê jî amaje kir pê kir ku Çîn li ser bingeha “berjewendiyên xwe yên neteweyî” tedbîrên guncav distîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst