Li Nîjeryayê keştî bin av bû, 25 kes mirin

27-07-2025
Nîşan Nîjerya Keştî Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li çemekî li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê keştiyeke rêwiyan bin av bû û  25 kes mirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Nîjeryayê, keştiya ku xelkê ji herêma Munyayê ya eyaleta Nîjerê dibir bazarê, li herêma Shîroroyê bin av bû.

Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 25 kes mirin û bi dehan kes jî winda bûn.

Rayedaran diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê berdewam dikin û metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li Nîjeryayê di demsala baranê de li çem û golan gelek caran qezayên keştiyan çêdibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst