Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar got, “Yan peymaneke baş an jî derbeyeke kujer li Îranê.”
Donald Trump ragihand ku gotûbêjên wan ên bi Îranê re ber bi encamê ve diçin.
Ew gelekî nêzîk bûne ku peymanekê îmze bikin da ku dawî li şer bînin.
Lê di heman demê de Trump gefeke tund dixwe, eger ku ew negihîjin peymanekê.
Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala CBSyê re got, "Em gelekî nêzîkî peymanê bûne."
Dema ku jê pirsîn hûrgiliyên peymanê çi ne, wî got:
"Roj bi roj tişt baştir dibin. Beriya ku ez ji wan bi xwe re bibêjim, ez nikarim hûrgiliyan ji we re eşkere bikim."
"Yan peymaneke baş yan jî em dê wêran bikin"
Trump garantî da ku peymana dawî rê nade Îran bibe xwediyê çeka nukleer û axaftina xwe wiha domand:
"Eger wisa nebe, min dê qet qala peymanê nekira."
Wî her wiha anî zimên ku ew dê ji bo uranyuma ku Îranê meyandî ye çareseriyeke guncav bibînin.
Trump got, "Tenê dema ku em her tiştê ku em dixwazin bi dest bixin ez dê wê peymanê îmze bikim."
Serokê Amerîkayê gefeke tund xwar û hişyarî da:
"Eger em negihîjin peymanekê dê rewşeke wisa derkeve holê ku ti welat wekî wan rastî derbeyên ew qasî giran nehatiye.
Îhtîmal ji sedî 50 bi 50 ye, yan em dê peymaneke baş bikin yan jî em dê her tiştê wan wêran bikin."
Trump berê jî gef xwaribû, eger peyman çênebe "dê şaristaniyek bi temamî tune bibe."
Helwesta Îsraîlê: Netanyahu dilgiran e
Trump li ser helwesta Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li ser peymanê jî axivî.
Wî got ku Netanyahu "dudil e" lê red kir ku ew ji çêkirina peymaneke xerab a ji aliyê Amerîkayê ve dilgiran e.
Ev yek di demekê de ye ku berpirsên Îsraîlê dibêjin Netanyahu gelekî dilgiran e û ji Trump xwestiye ku dest bi êrişan bike.
Hûrgiliyên peymana çaverêkirî
Li gorî zanyariyan ev peymana ku niha tê qalkirin ku celebekî ji lihevtêgihîştina destpêkê ye, van xalan li xwe digire:
1- Vekirina Tengava Hurmizê ji bo keştiyan (bêyî wergirtina bacê).
2- Rakirina dorpêça Amerîkayê ya li ser benderên Îranê.
3- Serbestberdana hinek ji wan pereyên Îranê yên ku di bankeyên derve de hatine desteserkirin.
4- Dirêjkirina dema gotûbêjan bi 30 heta 60 rojên din ji bo gihîştina bi peymana dawî.
Rola welatên din
Serokerkanê Giştî yê Artêşa Pakistanê Asim Munir ku rola navbeynkar dilîze, piştî çend civînan ji Tehranê vegeriya û ragihand ku "bipêşketineke hêvîbexş" heye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Hindistanê ragihand ku bipêşketineke baş heye.
Wî got dibe ku di van çend rojan de nûçeyên wan ên baş hebin.
Lê wî tekez kir ku divê Îran dev ji çeka nukleer berde û Tengava Hurmizê jî bê bac û gumrik were vekirin.
Di heyama 24 demjimêrên borî de, welatên wekî Qeter, Misir, Tirkiye, Siûdiye û Pakistanê timî bi Amerîka û Îranê re di nav pêwendiyê de bûn.
Armanca wan ew e ku xalên nakok çareser bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse