Macron: Min bi Erdogan re rewşa Xezeyê gotûbêj kir

27-07-2025
RÛDAW
Nîşan Emmanule Macron Recep Tayyîp Erdogan Fransa Xeze Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Emmanuel Macron û Recep Tayyîp Erdogan li ser rewşa Xezeyê axivîn.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Tirkî û Fransî daxuyaniyek belav kir.

Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe de got:

“Hema niha min bi Serokkomar Erdogan re li ser rewşa Xezeyê û perspektîfa konferansa çareseriya du dewletî gotûbêjek kir.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû ew dê meha Îlonê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Dewleta Filistînê nas bike.

Macron piştî pêwendiya xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re anî ziman:

“Hema niha min bi Serokkomar Erdogan re li ser rewşa Xezeyê û perspektîfa konferansa çareseriya du dewletî gotûbêjek kir.

Divê ji bo aştî û ewlehiya Îsraîlî û Filistîniyan her tişt were kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst