Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji rojnamegeran re li balafira xwe ya taybet diyar kir ku ew îhtimala hevdîtineke bi Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un re ji holê ranake.
Serok Trump piştî ku serdana xwe ya Malezyayê bi dawî kir, ber bi Japonyayê ve bi rê ket û dê li wir bi serokwezîrê nû yê wî welatî re bicive.
Tê payîn ku rawestgeha wî ya dawî ya geştê Koreya Başûr be.
Trump bersiva pirsên rojnamegeran da û anî zimên ku ew ji her cure derfetê re, tevî hevdîtina bi Rêberê Koreya Bakur re jî, vekirî ye û ew dixwaze tiştekî wisa bibe.
Ji ber ku Koreya Başûr ev çend roj in deverên bi nakok ên nêzîkî sînorê Koreya Bakur ji geştiyaran re girtine, ev yek wekî îhtimala ku Trump li wan deveran bi Kim Jong Un re bicive tê şîrovekirin.
Li aliyê din, Koşka Spî beriya geşta Trump diyar kiribû ku ti hevdîtineke di navbera Trump û Rêberê Koreya Bakur de di rojevê de nîne.
Koreya Bakur berê ragihandibû ku bi şertê naskirina bernameyên xwe yên nukleerî, serokê wê amade ye bi Trump re bicive.
Trump û Kim Jong Un di serdema yekem a serokatiya Trump de sê caran civiyabûn. Hevdîtina wan a dawî sala 2019an li herêma bêçek a di navbera Koreya Başûr û Bakur de pêk hatibû.
Meha borî Kim Jong Un ji medyaya fermî ya Koreya Bakur re gotibû ku bîranînên wî yên xweş bi Serok Trump re hene û bi şertê naskirina bernameyên wan ên nukleerî ku ew wan wekî tiştekî ku "bi ti awayî jê venagerin" dibînin amade ye bi wî re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse