Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Yunnanê ya li başûrrojavayê Çînê, trêneke testê li karkerên avahîsaziyê xist û 11 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya fermî ya Çînê, bûyer îro qewimiye.
Trêna testê ya ku xebatên sîsmîk dikirin, li Stasyona Trenê ya Bajarokê Luoyangê ya li Kunmingê li karkerên ku derbasî ser rêya hesinî bûbûn xist.
Li gorî nûçeya Global Timesê, piştî bûyerê plana rewşa bilez hatiye çalakkirin û rayedaran derbarê qezayê dest bi lêpirsînê kiriye.
Piştî qezayê stasyon vegeriyaye xebatên xwe yên asayî û dermankirina birîndaran didome.
Rayedaran ragihand ku ew dê kesên berpirsyar li gorî yasayan bidarizînin, bûyerê binirxînin da ku waneyan jê derxin û ji bo misogerkirina ewlehî û aramiya kar û barên rêyên hesinî gavan biavêjin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse