Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Osaka yê Japonyayê di çarçoveya Lûtkeya G20 de, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan.
Recep Tayyip Erdogan derbarê peywendiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê de ragihand ku ligel Amerîkayê hevahengiya wan wek hevbeşê stratejîk berdewam dibe û girîngiyeke zêdetir jî pê didin.
Erdogan diyar kir: “Niha em berdewam in daku bigihin lûtkeya 75 milyar dolar a asta bazirganî ya navbera me, lê di ser hemû tiştekî re hevbeşiya me ya stratejîk heye. Ev hevbeşiya me ya stratejîk, me teşwîq dike ku di gelek waran de hevaheng bin. Ez di wê baweriyê de me ku di qonaxa bê de jî ev hevahengiya me bi heman awayî berdewam dibe."
Di civîna Erdogan û Trump de ku 35 deqeyan berdewam kir, derbarê kirîna sîstema S-400 a Rûsî de gotûbêj hat kirin.
Serokê Amerîkayê îdareya Obama tohmetbar kir bi wêya ku nehiştiye Tirkiye Patriotan bikire û hikûmeta Enqerê jî S-400 kirî. Herwiha bi giringî behsa peywendiyên ligel Tirkiyê kir û soz da ku serdana Tirkiyê jî bike.
Donald Trump destnîşan kir: “Rewşeke me ya aloz heye, rê nedabûn Serok ku mûşekên Patriot bikire. Loma yên din kirîn. S-200 an 400, dema dest bi kirînê kirin, vê care îdareya Obama nehişt S-400an bikire. Piştre ku Tirkiyê rêkeftin bo kirîna mûşekan îmze kir, ji nişka ve îdareya Obama daxwaz ji wan kirin ku Patriotên Amerîkî bikirin. Tu nikarî bi wî awayî bazirganiyê bikî, em li çareseriyên cuda digerin, pirsgirêk ev e, ti pirsyar li ser nîne. Em qet nikarin bi wî awayî bazirganiyê bikin. Tirkiye hevalê me bû û me bi hev re karên mezin kirine. Em hevbeşên bazirganî yên mezin in. Em ber bi mezinbûna zêdetir ve diçin. Bi baweriya min ew 75 milyar dolar kêm e. Ber bi wê yekê diçe ku bilez bigihe zêdeyî 100 milyar dolar."
Mijarên Lûtkeya G20 ku li Osakaya Japonyayê tê sazkirin, ji aboriya cîhanê, veberhênan, jîngeh, enerjî, kar, bihêzkirina pêgeha jinê û warên tendirûstî pêk tên. Lê di civînên dualî yên navbera serkirdeyan de, behsa mijarên bi welatan ve girêdayî û pirsên din ên cîhanî tê kirin
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse