Erdogan: Kirîna balafirên ne wekî kirîna şîr ji dikanê ye

29-09-2025
RÛDAW
Nîşan Erdogan Trump Balafirên Boeingê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Erdogan ragihand ku hevdîtina wî ya bi Trump re "gelekî serkeftî" derbas bûye û got "Ez bawer im ku em dê di dema pêş de encamên erênî yên hevdîtina xwe ya bi Rêzdar Trump re bi hev re bibînin."

Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê, piştî navbereke sê hefteyî îro li Beştepeyê civiya.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna ku nêzîkî 3,5 saetan berdewam kir, daxuyanî da û derbarê serdana xwe ya Amerîkayê, rûdanên li Rojhilata Navîn û projeyên nû agahî dan.

"Hevdîtineke berfireh bû"

Erdogan bi bîr xist ku wan 25ê Îlonê li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û şandeya wî re hevdîtineke "berfireh, bifêde û girîng" pêk aniye.

Wî anî ziman ku di hevdîtinê de mijarên wekî bazirganiya dualî, hilberînan, enerjî û pîşesaziya parastinê hatine gotûbêjkirin û ji bo gihîştina armanca bazirganiyê ya 100 milyar dolarî gavên ku dê bên avêtin hatine nîqaşkirin.

"Mixalefet di nava şêtbûnê de ye"

Erdogan rexneyên tund li mixalefetê girtin û got:

"Yekane sedema ku mixalefet bi awayekî tam di nava şêtbûnê de hewl dide serdana me ya Amerîkayê reş bike, ew e ku serdan ji awartebûnê jî wêdetir serkeftî derbas bûye."

Bersiv ji bo peymana Boeingê

Erdogan rexneyên partiyên mixalefetê yên derbarê peymana balafirên Boeingê bersivandin û got:

"Kirîna balafiran ne wekî kirîna şîr a ji dikanê ye. Pêdevî tên diyarkirin, paşê gotûbêj tên kirin û hên li hev dikî û di encamê de piştî dan û standinên dirêj digihîjî peymanê."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst