Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya New Yorkê Eric Adams ragihand ku li New Yorkê di êrişeke bi çekan de polîsek û 3 kesên din hatine kuştin.
Adams di konferanseke rojnamegeriyê de got, “Îşev 5 kesên bêguneh hatin gulebarankirin.
Me di rûdaneke din a bêwate ya tundiya çekdarî de 4 can ji dest dan, yek ji wan endamê Departmana Polîsê New Yorkê (NYPD) Polîs Islam bû.”
Adams diyar kir ku du mêr û jinek li gel polîs Didarul Islamê 36 salî yê ku zewicî bû û du kurên wî hebûn, hatine kuştin.
Eric Adams da zanîn ku hevjîna Islam bi zaroka xwe ya sêyem ducanî ye û got:
"Ji ber vê êrişa tund û hovane, mêrekî din jî bi giranî birîndar bûye û di rewşeke krîtîk de ji bo jiyana xwe şer dike."
Bûyer li derveyî 345 Park Avenueya ku ofîsên Lîga Futbolê ya Neteweyî (NFL) û fîrmaya veberhênanê ya darayî Blackstone li wir in li nêzîkî Kolana 52yemîn a Rojhilat a li Midtown Manhattana New Yorkê qewimî.
“Sedema êrişê hîn jî tê lêkolînkirin”
Komîsera Polîsê New Yorkê Jessica Tischê diyar kir ku êrişkar wekî Shane Devon Tamurayê 27 salî yê ji Las Vegasê hatiye destnîşankirin.
Tischê got ku di dîmenên kamerayên ewlehiyê de xuya dibe ku êrişkar di destê xwe yê rastê de tivingeke M4 hilgirtiye.
Tischê da zanîn ku Tamurayî xwedî dîrokeke tomarkirî ya nexweşiya derûnî bûye û biland:
"Sedemên wî hîn jî di bin lêkolînê de ne û em dixebitin da ku fêhm bikin ka çima wî ev cîhê taybet kiriye hedef.”
Adams got ku êrişkar bi guleyeke ku berdaye xwe miriye.
Tischê jî diyar kir ku êrişkar gule bera sînga xwe daye.
Ji xelkê New Yorkê hat xwestin ku xwe ji Kolana 52yemîn a Rojhilat a di navbera Park Avenue û Lexington Avenueyê de dûr bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse