Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan

17-02-2017
RÛDAW
Barzanî û Zerîf li Munchenê hevdîtinek pêk anîn.
Barzanî û Zerîf li Munchenê hevdîtinek pêk anîn.
Nîşan Kurdistan Barzanî Îran. Zerîf Konfransa Munchen
A+ A-

Munchen (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re hevdîtin pêk anî.


53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya li bajarê Munich a Almanyayê  îro dest pê dike. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li gel şandekî serbazî û siyasî ya Herêma Kurdistanê li Munichê ye.

 

Mesûd Barzanî di kevena Konfransa Ewlekariya Munchenê de li Almanya bi Mihemed Cewad Zerîf re civiya.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, civîna Barzanî û Zerîf bi dawî bûye.


Peyamnêrê Rûdawê li Munchenê Zinar Şîno ragihand, ku şandeke îranî û kurdistanî jî di civîna Barzanî û Zerîf de amade ne.

 

Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê civiyan

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha îro ligel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis jî hevdîtinek pêk anî.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Munchenê Zinar Şîno da zanîn, ku ev yekemîn hevdîtina di asteke bilind de ya rêveberiya Herêma Kurdistanê ya ligel rêveberiya nû ya Amerîkayê ye.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku di civînê de mijara şerê DAIŞê, rola pêşmerge û herwiha pêwendiyên rasterast ên herdu aliyan e.

 

Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Ermenistanê kir

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî berî civîna bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, û di kevan Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munchenê de li gel Wezîrê Derve yê Ermenistanê Eduard Nalbendyan jî hevdîtinek pêk anî.


Li gorî agahiyên Rûdawê, hevdîtina navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Ermensitanê li cihê mana Barzanî li Munchenê pêk hatiye.

  

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê

 

53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê îsal ji 17ê Sibatê dest pê dike û dê heta 19ê Sibatê berdewam be. Di konfransa îsal de 30 serokên dewletan û 80 wezîrên derve û berevaniyê yên welatên giring ên cîhanê û şandeke kongreya Amerîkayê jî beşdar dibin.

 

Herwiha di konfransa îsal a Munchenê de, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Encumena Ewropayê Donald Tusk û Sekreterê NATOyê Jens Stolenberg jî beşdar dibin.

 

Di 53emîn Konfransa Ewlekariya Munchenê de, dê mijarên weke pêşeroja pêwendiyên navbera welatên atlantîk û endamên NATOyê bi taybet piştî hilbijartina Donald Trump weke Serokê Amerîkayê, Hevkariyên navbera dewletên Ewropayê di warê ewlekarî û berevaniyê de, pêwendiyên bi Rûsya re, şerê li Sûriyê û herwiha rewşa ewlekariyê li Asya-Pasîfîkê û şerê zanyariyên ji aliyên beşdarbûyan ve werin gotûbêjkirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bi vexwandineyekî fermî ji bo vê konfransa giring a ewlekariyê hatiye vexwandin.

 

Di vê serdanê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmud, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Emer Osman, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên, Endamê Serkirdayetiya PDKê Hêmin Hewramî û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman jî hevaltiya Mesûd Barzanî dikin.

 

Di çarçoveya vê konferansê de Barzanî dê li gel hejmarek serkirde û berpirsên siyasiyên welatên beşdarbûyî dicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst