Hêzên Îranê 2 kolberên Kurd birîndar kirin

13-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kolber Kurd Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di du rojên bihorî de du kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de birîndar bûne.

Hêzên Îranê pêr Yekşemê di du bûyerên cuda de li sînorê qezaya Baneyê ya ser bi parêzgeha Sineyê gule berdane hejmarek kolberên Kurd û di encam de 2 kolber birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, hêzên Îranê li cihekî bi navê Hengejale li nêzîk sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de teqe li kolberan kirine.

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan ragihandiye, her du kolber Rehîm Feyzî û Kerîm Hîdayet di encama gulebarana hêzên Îranê de birîndar bûne.

Her du kolberên birîndar ji parêgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, yek ji wan xelkê bajarê Bokanê û yê din xelkê bajarê Pîranşarê ye.

Li gor rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê bêyî ku wan kolberan agahdar bikin an hişyariyê bidin wan, ew dane ber guleyan.

Êvara 4ê Hezîrana îsal jî kolberekî ciwan ê 20 salî yê bi navê Huşyar Hesenzade ji aliyê hêzên Îranê ve bi dijwarî hatibû birîndarkirin û piştî ku ew rakiribûn nexweşxaneyê, ji ber birînên xwe yên giran canê xwe ji dest dabû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li sînorê Baneyê teqe li Huşyar Hesenzade hatibû kirin û gule li ser û singê wî ketibûn.

Nişteciyên navçeyên sînorî yên parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşanê ji bo debara jiyana xwe li ser sînorên wan parêzgehan kolberiyê dikin.

Kolber, kelûpelan li ser pişta xwe di navbera sînorên Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê de vediguhêzin û li beramber vî karî pereyekê werdigirin.

Hikûmeta Îranê dibêje, çûn û hatina kolberan li navçeyên sînorî ne qanûnî ye û heta niha çend caran hewl daye, ku bi qanûnekê û di çarçoveya talîmatên fermî yên hikûmetê de karê kolberiyê li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê birêxistin bike, lê belê heta niha ew yek yekalî nebûye.

Hikûmeta Îranê herwiha ji sala 2017an ve bazarçeyên sînorî girtine û kolberî qedexe kiriye.

Li gor amarên ne fermî, di sala 2022an de 39 kolberên Kurd li ser sînoran hatine kuştin û 195 kolber jî birîndar bûne.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst