Serdana geştyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bazarên Wanê geş kirine

11-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Wan Geştyar Rojhilatê Kurdistanê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştyarên ku ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana parêzgeha Wanê dikin, bandoreke erênî li aboriya bajêr jî kiriye û esnafên bajêr bi vê yekê kêfxweş in.

Bi hatina havînê re geştiyarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berê xwe didin Wanê.

Esnaf Yusuf Acar got “8 sal in ez li Kolana Cumhuriyetê kar dikim. Alîkariya geştyarên ji Îranê bo bajarê me gelekî zêde ye. Hem bo sektora cilûbergan û hem ji bo sektora xwarinê hatina wan bo aboriya Wanê baş e.”

Bi piranî geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo dîtina cihên dîrokî serdanê dikin lê ji bo wan bihayê bazarê jî yek sedemeke girîng e ku vê parêzgehê hilbijêrin.

Geştyar Parisa Zarei dibêje “Ez bixwe her dem têm. Mehê carekê têm, carna tenê carna jî ligel hevalên xwe. Ji ber Wan cihekî xweş e.”

Alîkarê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê Fevzi Çeliktaş jî amaje bi wê yekê dide ku piştî dema xizmeta deriyê sînor zêde bûye hatina geştyaran jî zêde bûye û niha %100 hotelên bajêr tejî bûne.

Fevzi Çeliktaş anî ziman “Deriyê sînor yê Kapikoyê ji bo me gelekî girîng e. Salane derdora milyonek geştyar ji wî derî derbasî welatê me dibin. Berê deriyê sînor tenê 8 demjimêran vekirî bû lê van 2 mehên dawî êdî her roj 24 demjimêran vekiriye.”

Li gor amarên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê di 5 mehên despêkê yên îsal de 137 hezar geştyaran ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana parêzgehê kirine û tê armanckirin heta dawiya salê ev hejmar bigihe 1 milyon geştyaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst