Navenda Nûçeyan – Malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê Urşelîm - Qudsa Rojhilat weke paytexta dewleta Felestînê nas kir.
Îro 14ê Berfanbara 2017an , malpera fermî ya Wezareta Derve ya Tirkiyê di profîla naskirina dewletan de, di beşa Felestînê de, Urşelîm – Qudsa Rojhilat weke paytexta Felestîn nas kir.
Beriya niha li cihê nasîna paytexta dewleta Felestînê valahiyek hebû û tiştek nehatibû nivîsandin, lê îro navê Urşelîm – Qudsa Rojhilat weke paytexta Felestînê hate zêdekirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema xwendina daxuyaniya hevbeş a Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî de, ku roja çarşemê 13ê Berfanbara 2017an de bi beşdariya 57 welatên îslamî li Stenbolê hate sazkirin, bi fermî "Urşelîm – Quds" weke paytexta dewleta Felestînê da nasîn.
Roja 6ê Berfanbara 2017an Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da, ku êdî Urşelîm – Qudsê weke paytexta Îsraîlê nas dikin.
Biryara Trump li ser asta cîhanê rastî bertekên tund hat û ti welatek bi awayekî aşkere piştgirî neda vê biryarê û piraniya wan vê biryarê red dikin û herwiha weke sedema şepêleke nû ya tundiyê dibînin.
Î.A
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse