Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê zerarên canî û madî çêbûn

05-06-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çendîn bajar û navçeyên Tirkiyê ji ber barîna baraneke zêde lehî rabûn. Li Samsunê di encama lehiyê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û li Amasyayê jî 2 kes winda bûne. Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê jî derbarê egera rabûna lehiyan de ji bo 16 parêzgehan hişyarî da.

Li navçeya Ladikê ya ser bi parêzgeha Samsunê ya Tirkiyê, ji ber barana zêde ava çeman bi ser de çûye û malên welatiyan di bin avê de mane.

Welatiyekî 65 salî dema xwestiye ajelên xwe di ser pirê re derbas bike ketiye nav avê û canê xwe ji dest daye.

Li navçeya Inebolê ya parêzgeha Kastamonuyê jî navenda navçeyê bûye çemekî mezin û tîmên peywendîdar hewl didin bi makîneyên kar pêşiya avê paqij bikin.

Li navçeya Gumuşhacikoyê ya ser bi parêzgeha Amasyayê jî heman rewş heye ku hejmarek mal û axûrên welatiyan di bin avê de mane. Welatî dibêjin, ti salan bi vî awayî baran nebariyaye.

Welatiyek dibêje: “Berê jî baran dibarî lê biqasî ya îsal nebû. Av ji pişta mala me hat û me nikarîbû asteng bikin. Gelekî zêde bariya. 50 sal in min baraneke wiha nedîtibû. Her der tarî bû û ji nişkave bariya.”

Li navçeya Ayancikê ya ser bi parêzgeha Sînopê jî ji ber lehiyê rêya sereke hilweşiya û çemekî mezin li nav bajêr çêbû.

Ji ber rewşa heyî li navçeyeke parêzgeha Samsunê û li 2 navçeyên Sînopê jî bo dema rojekê dibistan hatin girtin.

Saniya Altun, muxtarê gund dibêje: “Ji nişka ve baran barî û av bi ser malên me de hat. Lehiyê her tişt li ber xwe bir. Îsal ev 3-4 car in heman tişt dibe. Jêrxana navçeyê nema, hemû tişt xirabû.”

Li navçeya Zarûşad a Qersa Bakurê Kurdistanê jî ligel baranê teyrok bariya û zeviyên çandiniyê di bin avê de man.

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê barîna baranê berdewam e û li gor Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê dê bo dema hefteyekê berdewam be. Herwiha hişyariya lehiyê hatiye dayîn û hatiye xwestin ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst