Yekem civîna MGKê ya serdema nû sibe tê kirin

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye MGK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem civîna serdema nû ya Desteya Ewlehiya Niştîmanî ya Tirkiyê (MGK) sibe tê kirin. Di serî de operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, mijarên stratejîk, navçeyî û ewlehiya Tirkiyê rojevên sereke yên civînê ne.

Piştî gera dûyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê ya di 28ê Gulanê de û destnîşankirina kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê, endamên Desteya Ewlehiya Niştimanî ya Tirkiyê (MGK) roja Pêncşemê 7ê Hezîrana 2023an yekem civîna xwe bi Serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan saz dike.

Civîn li Koşka Serokkomariya Tirkiyê tê kirin û alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Navxwe Alî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Serokerkanê Tirkiyê Orgeneral Musa Avsever û fermandarên hêzên deryayî, bejayî, asmanî beşdar dibin.

Hakan Fîdan ku di civînên berê de wek Serokê Saziya Îstixbareta Tirkiyê (MÎT) beşdarî civînê dibû vê carê wek Wezîrê  Derve yê Tirkiyê, Yaşar Guler jî ku wek Serokerkanê Tirkiyê beşdar dibû wek Wezîrê Bervaniyê beşdar dibe. Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî vê carê wek Serokê MÎTê tevî civînê dibe.

Li gor medyaya Tirkiyê, dê operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li Sûriye, Iraq, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojeva sereke ya yekem civîna MGKê be. Herwiha ligel vê, dê mijarên navçeyî, stratejîk û ewelehiya niştîmanî ya Tirkiyê jî di civînê de bên gotûbêjkirin.  

Pêngavên ku hikumeta Tirkiyê di serdema nû de li ser “ewelehiya sînoran” biavêje jî yek ji mijarên sereke yên civîna MGKê ne û tê gotin: "Tê plankirin operasyonên li dijî hemû rêxistinan di civînê de bên nirxandin.”

Peymana Korîdora Veguhastina Dexlûdan a Deryaya Reş, şerê Rûsya û Ukraynayê û rola navbênkar a Tirkiyê ya di wî şerî de maddeyeke din a gotûbêja civîna sibe ya Desteya Ewlehiya Niştîmanî ya Tirkiyê ye. Herwiha tê pêşbînîkirin rewşa dawî ya endamtiya Swêdê ya NATOyê jî di civînê de bê gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst