Zerîf li Enqerê têkildarî Rojava û rojhilatê Firatê peyam da

17-04-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Sûriye Mihemed Cewad Zerîf Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî hevdîtina li gel hevtayê xwe Tirkiyeyî Mevlut Çavuşoglu ragihand, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, “divê Artêşa Sûriye li ser tevahiya sînoran bicih bibe. Artêşa Sûriyê li ti deran rê nade rêxistinên terorî û gefên bo ser Tirkiyê.”

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Çarşemê 17ê Nîsanê li Enqerê civiyan û piştî hevdîtineke du alî beşdarî di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

 

Di destpêka vê konferansa rojnamevanî de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Îranê kir û tekezî li ser berfirehkirin û pêşxistina pêwendiyên du alî yên navbera Enqere û Tehranê, bi taybet di warê bazirganî de kir.

 

Çavuşoglu derbarê sizayên Amerîkayê yên li dijî Îranê de jî axivî û got, Tirkiye li dijî sepandina sizayên bi ser Îranê de ye û da xuyakirin, şandeke pilebilind a Tirkiyê li Amerîkayê ye û di hevdîtinên xwe de helwest û nêrîna Tirkiyê di vê derbarê de bi zelalî gihandine rêveberiya Amerîkayê.

 

Mevlut Çvuşoglu herwiha da xuyakirin, Tirkiye û Îran dê ji bo gihîştina bi rêjeya bazirganiya 30 milyar dolarî bi hev re kar bikin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî di vê konferansa rojnamevanî de ragihand, piştî lehiyên ji destpêka îsal ve, Heyva Sor û hikûmeta Tirkiyê alîkariya Îranê kirine û ji ber wê yekê spasiya gel û hikûmeta Tirkiyê kir.

 

Mihemed Cewad Zerîf helwesta Tirkiyê ya li hember sizayên Amerîkayê yên bo ser Îranê bi erênî wesif kir û got: “Tirkiye li dijî sepandina gelek biryarên zordarî yên Amerîkayê yên li hember Îranê ye.”


Di vê konferansa rojnamevanî de, Wezîrê Derve yê Îranê, derbarê Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê de jî, ku niha di bin kontrola hêzên Kurdî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevpeymanê wê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye, peyam da û helwesta welatê xwe derbarê siyasetên Tirkiyê yên li hember rewşa Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê diyar kir.


Zerîf li ser pirsa gelo hûn helwesta Tirkiyê ya derbarê Minbicê û rojhilatê Firatê de çawan dibînin, got ewlehiya Tirkiyê ji bo me giring e û wiha berdewam kir: “Em agahdarî nîgeraniyên Tirkiyê ne û li ser gef û metirisyan, em maf didin wan… Ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê, divê Artêşa Sûriye li ser tevahiya sînoran bicih bibe. Artêşa Sûriyê li ti deran rê nade rêxistinên terorî û gefên bo ser Tirkiyê.”

 

Di berdewamiya serdana xwe ya bo Tirkiyê de, biryar e îro demjimêr 13:00ê nîvro, Mihemed Cewad Zerîf bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.

 

Wezîrê Derve yê Îranê, berî serdana xwe ya bo Tirkiyê, serdana Sûriyê jî kiribû û li gel hevtayê xwe yê Sûrî Welîd Muelim û Serokê Sûriyê Beşar Esed hevdîtin pêk anîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst