DAIŞ ji Reqayê vedikişe

23-04-2017
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Reqa HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Nuxbe yên dijbereya Sûriyê xwe ji bo derbasbûna nav bajarê Reqayê amade dikin. Ji aliyê din ve Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) jî ketina nav bajarê Tebqayê.

 

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî nav bajarê Tebqa bûn, Hêzên Nuxbe yên dijbereya Sûriyê jî xwe amade dikin bikevin Reqayê.

 

Berdevkê Hêzên Nuxbe ya ser bi dijbereya Sûriyê Dr. Mihemed Şakir ragihand, ku dê hêzên wan bi serpereştiya Hevpeymaniya Navdewletî derbasî navenda bajarê Reqayê bibin.

 

Ev yek jî di demekê de ye, ku karwanekî mezin ê çekdarên DAIŞê ji Reqayê derketin û berê xwe dane parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê ya li ser sînûrê Iraqê.

 

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, berpirsên herî mezin ên DAIŞê ji nav bajarê Reqayê derketine û li derdora Dêrazorê hatine bicihkirin.

 

HSD û DAIŞ di nav Tebqayê de şer dikin

 

Ji aliyê din ve şervanên HSDê herdu taxên Îskenderiye û Ayida Biçûk ên Tebqayê bi giştî kontrol kirin.

 

Medyaya ser bi HSDê ve ragihand ku li taxên Iskenderiye û Ayida Biçûk yên ku dikevin rojhilat û rojavayê bajarê Tebqayê, ev çend rojin şer û pevçûneke giran diqewime.

 

HSD dibêje hêzên wan karîne du taxan bi tevahî ji destê DAIŞê derxin. Herwiha çekdarên DAIŞê hewldane bi otomobîlên bombekirî derbasî van taxan bibin lê şervanan derfet nedane wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst