Tirkiyê êrîşî Minbic û Şehbayê kir

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Minbic Şehba HSD Encûmena Leşkerî ya Minbicê Artêşa Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Mibicê di du daxuyaniyên nivîskî de eşkere kir ku di êrîşên Tirkiyê 6 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 2 şervan û 2 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ragihand, di êrîşên wan ên bo ser Til Rifet û Minbicê de 41 endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) canên xwe ji dest dane.

Hêzên Tirkiyê ji doh ve bi giranî herêmên Minbic û Şehbayê topbaran û bombebaran dike û êrîşa ser wan herêman îro jî berdewam e.

Tirkiyê li ser êrîşan daxuyanî da

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê êrîşan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Artêşa Tirkiyê hedefên ku li herêmên Til Rifet û Minbicê hatibûne destnîşankirin, bi temamî kirine armanc û di êrîşan de 41 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrîşan aşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşên doh û îro de daxuyanî belav kirine.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşên duh Sêşemê 13ê Hezîranê de dibêje, dronên Tirkiyê rêbendên wan li gundê Derec û derdora pira Qereqozaxê li rojhilatê Minbicê bombebaran kirine û di wan êrîşan de 2 şervanên wê encûmena leşkerî ku ser bi HSDê ve ye, canên xwe ji dest dane û şervanek jî birîndar bûye.

Li gor daxuyaniyê, hêzên Tirkiyê doh bi topxaneyê û hawinan gundê Tuxar li bakurê Minbicê jî topbaran kirine.

Hatiye gotin ku bi dirêjahiya şevê din jî êrîşên li ser herêmên Minbic û Şehbayê berdewam bûne.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê derbarê êrîşên îro de jî daxuyaniyek belav kiriye û tê de dibêje, di êrîşên dronên Tirkiyê de li gundekî Minbicê 4 şervanên wan canên xwe ji dest dane û 2 şervan jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya xwe de tê gotin, îro di encama topbarana hêzên Tirkiyê û çekdaran de bo ser gundê Dendeniyê li bakurê rojavayê Minbicê 2 zarok birîndar bûn, û “dema komek ji şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê hewl didan xwe bigihînin birîndaran û wan rakin nexweşxaneya Minbicê, droneke Tirkiyê ew bombebaran kirin. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.”

Êrîşî hêzên hikûmeta Sûriyê kirin

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar herwiha ji doh êvarê ve xalên hêzên hikûmeta Sûriyê yên li derdora navçeya Til Rifetê û gundê Aqîbê yê Şêrawa ya Efrînê topbaran dikin.

Di demjimêrên derengê şevê de jî Tirkiyê bi dronê êrişî gundê Şiwarxe yê navçeya Şera kir. Vê sibê jî artêşa Tirkiyê êrişî gundê Şiwarxê, derdora Til Rifet û Şêrawa ya Efrînê bi giranî topbaran kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di wan êrîşan de 5 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst