Reqa 6 sal berê ji destên DAIŞê hat rizgarkirin: ‘Hîn jî herêmên me dike armanc’

17-10-2023
Nîşan Reqa DAIŞ Dagirkirin HSD Rizgarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), 17ê Çiriya Pêşîn a 2017yan parêzgeha Reqayê ji destên DAIŞê rizgar kir.

Piştî ku 6 sal di ser rizgarkirina parêzgeha Reqayê ve derbas bûn, Encûmena Sivîl a Reqayê da zanîn ku ew dê bi berdewamî xizmetê ji xelkê re bikin.

DAIŞê piştî ku Reqa dagir kiribû ew ji xwe re kiribû “Paytexta Xîlafetê.”

“Sazî tên avakirin”

Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb li ser salvegera rizgarkirina Reqayê got:

“Di ser jinûveavakirina jêrxaneya bajarê Reqayê re 6 sal derbas bûn. Bi berdewamî sazî tên avakirin û ji xelkê Reqayê re xizmetguzarî tên pêşkêşkirin.

Di salvegera şeşemîn a rizgarkirina vî bajarî ji terorîstên DAIŞê de em xelkê Reqayê pîroz dikin.”

Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê, vê salvegerê ji bo xelkê Reqa û Sûriyeyê wekî serkeftinekê dinirxîne.

Mihemed Nûr El-Zîb, di berdewamiya axaftina xwe da zanîn ku DAIŞ ji bo hemû cîhanê metirsî bû.

Mihemed Nûr El-Zîb herwiha amaje pê kir ku hinek êrişên DAIŞê yên li Ewropayê ji Reqayê dihatin organîzekirin.

“Hîn jî herêmên me dike armanc”

Hevserokê Encûmena Sivîl a Reqayê herwiha diyar kir ku metirsiya DAIŞê didome û pê de çû:

“Terora DAIŞê hîn jî bi rêya şaneyên veşartî û kesên kirêgirtî yên ajandaya dewleta Tirkiyeyê, herêmên me dike armanc.

Rejîma Tirkiyeyê jî di heman demê de jêrxane û saziyên Rêveberiya Xweser dike armanc.”

DAIŞê Kanûna Paşîna 2014an bajarê Reqayê yê li bakurrojhilatê Sûriyeyê kontrol kir.

HSDyê 17ê Çiriya Pêşîn a 2017yan parêzgeha Reqayê ji destên DAIŞê rizgar kir.

Li gorî ragihandina HSDyê, "Hêzên wê di wî şerî de 11 hezar şehîd dan û 24 hezar birîndarên wan çêbûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst