Rewşa Tirkiyê bandor li têkçûna rewşa derûniya xelkê kiriye

29-03-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Rewşa derûnî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Atmosfera civakî ya Tirkiyê ku ew salên dirêjin her rewşên awarte û geşedanên giran di ser re derbas dibin, dike ku derûniya civakê bigihîje asta alarmê. Li gorî pisporên derûnînas û psîkiyatran civak bi temamî di depresyonê de ye.

 

Derûniya civaka Tirkiyê bi amar û îstatîstîkan têk diçe. Di sala 2018an de nêzîkî 15 milyon kessn bi sedemên derûnî serî li navendên tenduristiyê xistine. Herwiha li Tirkiyê bikaranîna dermanên derûnî û depresyonê di nava 5 salên dawîn de ji sedî 30 zêde bûye.

 

Li gorî amaran Tirkiye di nava 145 welatan de di rêza 4an de ye ku xelkê vî welatî neşad in. Pispor hişyariyê didin ku civak di depresyonê de ye û dibêjin civak ber bi kendalekî kûr ve diçe.

 

Psikiyatr Dr. Ayhan Akcan ji Rûdawê re radigihîne: “Tişta teqez ew e ku civak di depresyonê de ye. Him rêjeya dermanên ku tên bikaranîn him daneyên wezarêtê nîşaneyên vê ne. Nebaşiya aboriyê, mandîkirina bajaran, zimanê siyasetmedaran, trafîk û çend sedemên din mesûlê vê yekê ne. Baweriya kesî bi kesî nemaye û herkes tije hêrs bûne. Civak li asteke metirsîdar e û hêrs û şîdet berebelav dibe.  Ji du kesan kesek nexweşê derûnî ye.”

 

Dîsa li gorî amaran ji 9 kesan kesek bi nexweşiyên giyanî ketiye. Hemû ew tablo dike ku rêjeya kuştina jinan di 2018an de bibe 440. Şîddet li kuçe û kolanan û ta di nava malan de bûye tiştek ji rêzê. Rûyê xelkê ragêş, mirûz tirş in. Di encamê de jî tabloyek reştarî li pêşiya nivşên nû ye. Psîkiyatr banga lêvegerîneke giştî û siyasî li ser vê mijarê dikin.

 

Psîkiyatrîst, Prof. Dr. Sefer Saygili dibêje: “Rewş hîç xweşbîn nîn e. Rêjeya sûckariyê zêde bûye. Tahamûla xelkê li hemberî hev nemaye. Ji hev bawerkirin nemaye. Girtîgeh heta tije ne. Weke ku herkesî maskeyek li rûyê xwe kiribe. Bextewer û aram nîn in. Cûdahiyên kulturî, olî, netewî û bi dehan cûdahiyên din rewşê dike porê qereçiyê. Hemû welatî weke mayînên metirsîdar û xetere diçewilin. Pê re jî rewşeke me ya reşbîn heye.”

 

Li gar encama lêkolînan û raya pisporan ew kêşe ya hemû aliyên civakê ye. Çi palpiştên desthilatê çi opozisyon. Duparbûna civakê, aboriya têkçûyî, zimanê serkirdeyan ku her xelkê li hev sor dike, hesesiyetên ku bi şêweyên rijd têne agirpêdan, sîstemê perwerdehiyê, rewşa medyaya Tirikye û bajarên ne goncav dike ku ew tablo derbikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst