Li Enqerê pêşbirka tawleyê hat sazkirin

17-11-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Enqere  bi beşdariya 112 kesan bo du rojan  qahremaniya tawleyê birêve çû.
Li Enqere bi beşdariya 112 kesan bo du rojan qahremaniya tawleyê birêve çû.
Nîşan Tirkiye Enqere Tewla
A+ A-

Enqere (Rûdaw) -  Enqere her car dibe cihê rêkeberiya siyasî, lê vê carê li wî bajarî  di holekê de 112 kesan bi hev re ketin rêkeberiya tawleyê.

 

Ji bajarên cuda cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 112 yarîzan û werzişkarên yariya tawleyê gehiştin hevûdu û qahremaniyeke tawleyê hate encamdan.

 

Tawle yek ji wan yariyan e ku di asta cihanê de hejmareke  zêde keyf pê dikin û gellek jî tê leyîztin. Gellek caran jî ev yariye dibe cihê rêkeberiyeke tund di navbera hevrikan de. Li Enqere  bi beşdariya 112 kesan bo du rojan  qahremaniya tawleyê birêve çû.

 

Derbarê vê ykê de yarîzanê tawleyê Muzaffer Guleç  ji Rûdawê re wiha got: “Li bajarên cuda cuda ev çalakiyeke tê kirin. Kesên ku biserdikevin  bi tewlayê  tên xelatkirin, lê bes ne ew xelatên din jî hene.

 

Qahremaniya tawleyê ji aliyê klûba tewlayê ve hat birêvebirin û ji gellek bajarên cuda cuda yên Tirkiyê ş Bakurê Kurdistanê kesên herî şareza di vê yariyê de amade bûn. Tawleya ku di qahremaniyê de tê leyîztin ji bijî çend rênmayên biçûk her weke tawleya rojane ye .

 

Yarîzan Metin Kaçar jî got: “Yên ku biserdikevin diçine lîga yekem, eger di lîga yekem de jî biserkevin li gorî asta xwe, dikevine tîma netewî ya tawlayê û di qada nêwdewletî de li ser navê Tirkiyê beşdarî pêşbirkan dibin.”

 

Di nav yarîzanan de her çende hejmara wan kêm be jî lê belê yarîzanên jin jî amade bûn û  ji wan jinan jî bûne rêkeberên zilaman.

 

Yarîzana jin Merve Ceylan da zanîn ku tawle di çanda Tirkiyê de xwedî cihekî girîng e, û wiha got: “Piranî li çayxaneyan tê leyîztin û zêdetir jî zilam dilîzin û weke yariyeke zilaman tê zanîn, beşdariya jinan gellek kêm e em dikarin bêjin tenê ji sedî deh jin beşdarî yariyên tawlayê dibin.”

 

Yarîzanên ku di vê qaremaniyê de bi serketine ji aliyê rêveberên qaremaniyê ve bi xelatên cuda cuda hatine xelat kirin û wan mafê beşdariya qaremaniya mezin jî bidest xist ku biryare meha pêşiya me li stenbolê were encam dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst