NATOyê ji Tirkiyê lêborîn xwest

17-11-2017
RÛDAW
Nîşan NATO Erdogan Ataturk Sîmulasyon Dijmin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji ber ku di manovreya leşkerî ya Trident Javelin a li bajarê Norwecê de sîmulasyona Ataturk û navê Recep Tayyip Erdogan weke ku di hevkariya dijminan de ne hatine nîşandan, lêborîn xwest.

 

Li gor agahiyên ku rayedarê NATOyê dane, li Norwecê manoreya leşkerî ku di 8-17ê Mijdarê de hatiye pêkanîn, dema ku li ser maseyê sîmulasyonê wê dihate nîşandan, du bûyer qewimîn.

 

Bûyera yekem, di sîmulasyonê de "Jînenîgariyên Serokên Dijminan" hatiye amadekirin û karmendê ku sîmulasyonê amade kiriye, peykerê Ataturk jî xistiye nav wan jînenîgariyan. Piştî bûyerê, karmendê ku peykerê Atatirk danîbû nav wan, diyar kiriye ku  "bi xeletî" ew peyker daniye û lêborîna xwe xwest.

 

Bûyera duyem jî ew bû ku karmendê sivîl ê Hêzên Çekdar ên Norwecê, di çarçoveya sîmulasyonê de li ser malpereke axavtinê , bi navê 'Recep Tayyip Erdogan' hesabek vekiriye û bi wê hesabê navê Serokomarê Tirkiyê, weke "kesê ku li gel welatên dijmin hevkariyê deke û li gel wan pêwendiyên nêzîk datîne" peyam avêtiye.

 

Piştî ku ev bûyer derket, karmendê Hêzên Çekdar ên Norwecê ji kar hate dûrxistin.

 

Erdogan bertek nîşan da

 

Herwiha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî îro li ser wê bûyerê axivîbû û gotibû: “Duh li Norwecê bûyerek qewimî. Li Norwecê tabloyek bi navê tabloya dijminan danîne. Di wê tabloyê de wêneya Ataturk û li aliyekî din jî navê şexsê min heye. Di armancê de ev hene.”

 

Erdogan diyar kir, piştî ku ji vê bûyerê agahdar bûye, daxwaza vekişandina leşkerên Tirkiyê kiriye û ragihand: “Me got 'eger ku ew armanc ji wir werin rakirin jî, 40 leşkerên me demildest ji wir vekişînin'. Tifaqeke bi vî rengî, hevpeymaniyeke bi vî şiklî tine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst