Li Amedê ji ber sondxwarina Erdogan 101 top tên teqandin

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Erdogan Merasîma Sondxwarinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku dê sibe Şemiyê 3ê Hezîranê merasima sondxwarina Serokkomarê Tirkiyê yê hilbijartî Recep Tayyip Erdogan were lidarxistin, Walîtiya Amedê ragihand ku dê bi vê munasibetê li Amedê 101 top bên teqandin.

Li gor bernameya fermî ya ku hatiye ragihandin, Serokkomarê Tirkiyê yê hilbijartî Recep Tayyip Erdogan dê sibe roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an di merasimekê de sond bixwe û bi fermî dest bi erka xwe bo 5 salên din bike.

Di heman rojê de Erdogan dê kabîneya xwe ya nû jî aşkere bike.

Têkildarî roja birêveçûna merasîma sondxwarina serokkomariyê, Walîtiya Amedê îro dauxyaniyek weşand.

Walîtiya Amedê dibêje, bi helkefta birêveçûna merasîma sondxwarina Erdogan, dê li bajarê Amedê 101 guleyên topê bên teqandin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ji ber ku Serokomarê me yê 13emîn birêz Recep Tayyip Erdogan dê di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de sond bixwe, piştî merasîma sondxwarinê ya roja Şemiyê 03ê Hezîranê 2023 dê li bajarê me 101 top bên teqandin.”

Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê roja 14ê Gulana 2023an hatibûn lidarxistin. Di hilbijartinên parlamentoyê de, Hevpeymaniya Cumhur a ku nûnertiya AK Partî û MHP û hevalbendên wan dike, piraniya kursiyên parlamentoyê bidestxist.

Lê belê di hilbijartinên Serokkomariyê de ji ber ku ti berbijêrekî piraniya 50+1ê dengan bidest nexist, hilbijartin derbasî gera duyem bû.

Di gera yekem a hilbijatina serokkomariya Tirkiyê de, Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.88ê dengan û Berbijêrê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan jî %5.17ê dengan bidest xistibû.

Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de, Erdogan piraniya dengan bidestxist û bi ser Kemal Kiliçdaroglu de biserket û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin. Erdogan di wê gerê de %52,18ê dengan û Kemal Kiliçdaroglu jî %47,82ê dengan wergirtin.

Bi vê yekê re, Erdogan dê ehta 5 salên din wate heta sala 2028an Serokkomarê Tirkiyê be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst