‘Erdogan û Sîsî dê bicivin’

01-06-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Tirkiye Erdogan Sîsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karbirêvebirê Tirkiyê yê li Qahîreyê Salih Mutlu Şen ragihand ku têkiliyên Tirkiye û Misrê asayî bûne û biryar e ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî di nava 3-6 mehan de bicivin.

Karbirêvebirê Tirkiyê yê li Qahîreyê Salih Mutlu Şen ku bi rêya vîdeokonferansê beşdarî bernameya kanala televizyona "Eş-Şark lil-Ahbar" a Erebistana Siûdî bû, mijarên hevpar ên di warên cuda de û herwiha têkiliyên dîplomatîk, aborî, bazirganî û geştyarî yên Tirkiye û Misrê nirxand.

Salih Mutlu Şen diyar kir ku ji bo asayîbûna bi Misrê re gavên girîng hatine avêtin û di navbera her du welatan de bawerî ji nû ve hatiye avakirin û got: “Her du welatên bira (Tirkiye-Misir) û gelên wan dixwazin di paşerojê de di her warî de hevkariyê bikin. Di navbera her du welatan de, hin astengî hebûn, lê me karî em hemû astengiyan derbas bikin. Têkiliyên Tirkiye û Misirê asayî bûne. Niha em behsa derfetên hevkariyê yên fermî di warên curbicur ên wek aborî, geştyarî û çandî de dikin, ku em dikarin di berjewendiya gelên her du welatan de kar bikin. Lewma rewşa di navbera her du welatan de bi baweriyek bilind û rêzdar ber bi paşerojê ve diçe.”

"Peyama pîrozbahiyê gaveke dostane bû"

Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî di peywendiyeke telefonî de ji bo serkeftina wî ya hilbijartinê pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Şen behsa vê peywendiya telefonî jî kir û got: “Peyama pîrozbahiyê ya ku Serokomar Sîsî ji Serokomar Erdogan re şand û pêwendiya telefonê ya di navbera herdu serokan de gaveke dostane bû. Ez dikarim bibêjim ku ji bo baştirkirina têkiliyan ev gav piştrastkirina xwestekek siyasî ya bihêz e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Şen got: “Beriya niha jî biryar hatibû dayîn ku têkiliyên dîplomatîk bigihin asta herî bilind, heta asta Balyozê. Ji ber vê yekê dê di navbera her du serokan de civînek çêbibe. Ez bi xwe pêşbînî dikim û hêvî dikim ku ev hevdîtin di nava 3-6 mehên pêş me de pêk were. Di mehên li pêş me de bernameya Serokomar Erdogan tejî ye. Ez pêşbînî dikim ku heta dawiya vê salê herdu serkirde dê li Enqere yan jî li Qahîreyê bicivin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst