Li Amedê kesek bi hinceta bêrêzî li Ataturk û Erdogan kiriye hat desteserkirin

20-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Erdogan Ataturk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sûrê ya Amedê, kesek bi hinceta ku di merasîma wergirtina mazbatayê ya hevserokên Şaredariya Sûrê de, bêrêzî li hemberî Ataturk û Erdogan kiriye hat desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina sirûda Tirkiyeyê  û rakirina alaya Tikriyeyê û wêneyên Serokkomarê Tirkiyeyê” li şaredariyên Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê mufetîşên (çavdêr) sivîl hatin erkdarkirin.

Piştî wê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:

“Hêzên ewlehiyê yên Amedê kesekî bi navê U.G. ku piştî merasîma wergirtina mazbatayê ya Serokê Şaredariya Sûrê ku li odeya serokşaredariyê bêrêzî li damezrênerê Tirkiyeyê Mustefa Kemal Ataturk û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan kiriye, desteser kir.”

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî îro ragihand ku derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li ser îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî” lêkolîn hatiye destpêkirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst