Erdogan çû parlamentoyê; Kiliçdaroglu ranebû ser xwe

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kiliçdaroglu Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekem civîna Parlamentoya Tirkiyê de parlamenterên partiyên opozîsyonê dema ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ket hundirê parlamentoyê ranebûn ser piyan û ew prostesto kirin, her wiha Kemal Kiliçdaroglu yê li nêzîkî Erdogan di locayê de rûniştibû ranebû ser xwe.

Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên Parlementerî û Serokkomariyê yên Tirkiyê Îro 2ê Hezîrana 2023an yekem civîna Parlamentoya wî welatî bi sondxwarina parlamenteran di demjimêr 14:00an de dest pê kir.

Ji ber ku parlamenterê herî bi temen bû serokê giştî yê MHPê û Parlamenterê Osmaniyeyê Devlet Bahçelî yekem civîna  gera 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê birêvebir û bi awayekî demkî serokatiya parlamentoyê dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ku di gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariyê de hevrikê xwe serokê  giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) bi rêjeya ji sedî 52.18 têkbiriye û careke din bûye Serokkomar jî  ji bo şopandina merasîma sondxwarinê serdana Parlamentoya Tirkiyê kir.

Serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî û Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Tirkiyê bi merasîmeke fermî  pêşwazî li Erdogan kirin. Recep Tayîp Erdogan piştre jî hat Desteya Giştî ya Parlamentoyê û ji locayê merasîma sondxwarinê şopand. Di wê demê de Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî li heman locayê bû.

Kiliçdaroglu dema ku Erdogan ber bi locayê ve çû ranebû ser piyan û Erdogan jî parlamenterên Desteya Giştî silav kirin. Di wê demê de parlamenterên CHP, ÎYÎ Partî û HDPê jî ranebûn ser piyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan protesto kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst