Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Geştyarî û Kulturê ya Tirkiyê ragihand, hejmara geştyarên biyanî yên ku serdana Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kirine di vê salê de nêzîkî 40 milyon geştyar bûn.
Li gorî Wezareta Geştyarî û Kulturê ya Tirkiyê, kerta geştyariyê li Tirkiyê salên zehmet derbas kiriye û di sala 2018an de bi temamê hat vejandin.
Piraniya geştyarên biyanî yên ku di sala 2018an de serdana Tikriye û Bakurê Kurdistanê kirine ji welatên wek Iran, Gurcistan, Almaniya , Bulgariya û Rûsya ne.
Di havîna îsal de bi rêjeya %100 odeyên otêlên Tikriyê tijî geştyar bûn. Herwiha dahata kerta geştyariyê di şeş mehên yekem yên isla de bi rêjeya ji sedî 31 bilind bûye ku dike 11 milyar û 500 milyon dolar.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse